Cîgrê serokê Herêma Kurdistan Mistefa Seyd Qadir

 

Birêz Mistefa Seyd Qadir, cîgrê serokê Herêma Kurdistan ـ Îraq, di 08.12.1958ê da li bajarê Qeladzê, ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve jidayk bûye. Yek ji serkirdeyên Tevgera Goranê ye. Meha 9 sala 2019ê wek cîgrê serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye.

Di navbera salên 2014-2015ê  di kabîneya heştê ya hikumeta Herêma Kurdistanê da dibe wezîrê pêşmerge.

Sala 2001ê dibe cîgêr fermandeya giştiya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di nav rêzên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê da.

Ji sala 2000ê  ve, endamê politburoya  Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bû.

Sala 1998ê dibe wezîrê karûbarên navxwe.

Sala 1992ê di xula yekem ya parlemenetoya Kurdistanê da dibe endamê parlementoyê.

Di navbera salên 1990-1991ê  da, li zîndana Ebuxrêb zîndaniyê siyasî bû bêy ku bihête nas kirin û yan ji nihêniyekê aşkere bike.

Vîsyona birêz Mistefa Seyd Qadir ku, berhemê çendîn salên xebat û xizimetkirina civaka Kurdistanê ye; avakirina herêmeka  bi hêz e  ku, asayşa niştimanî û civakî tê da misoger bibe, geşkirina aborî û avadankirinê bi xwe ra bîne, avakirina civakekê ku bikaribe pişita xwe bi xwe girê bide,  sîstemeka dadperwerane biafrîne ku bi awayekî wekhevî û bê cudahî xizimeta hevwelatiyan bike,  xwediya hêzeka nişitmanî be ku bergriyê ji herêma kurdistanê bike,  û ev hemû j li ser bingehê destûra  komara Îraqa Federal be.

Birêz Mistefa Seyd Qadir, ji bona vê yekê, baweriyeka timam bi karê siyasî û medenî  dgel hemû pêkhateyên siyasî û neteweyî yên cuda li Herêma Kurdistan û Îraqê heye, bi awayekî ku bihayên siyasiyên sereke yên wan wek mafê mirov, lêbihurîn,  şefafiyet û dadperweriyê ji bo wan misoger bike. Herwesa rêz li mafên pêkhateyên neteweyî û olî yên cuda bê girtin wek hevbeşên rasteqîne di herêmê da.

 Ji bona cîbicîkirna van armancan tê xwestin ku serokatiya Herêma Kurdistanê bibe ew sihwane ku wek saziyeka niştimanî hemûyan li ba xwe bicivîne û herwesa bibe nasnameyek ji bo herêmê ku li navxwe û derveyê herêmê çalakane kar ji bo damezirandina wê bike, sihwaneyek ku rengvedana bingehên serkeyên Kurdistanîbûn û hevwelatîbûnê be.

Vê vîsyona siyasî, di dîrok û qonaxên siyasiyên cuda  û xebata bê rawestan û berpirsiyariyên yasayî û îdariyên birêz Mistefa Seyd Qadir di hikumeta Herêma kurdistanê da reng vedaye. Wek mînak; salên şerê dijî da’îşê ku ew wezîrê pêşmerge bû, wê demê da’îs gefeka rasteqîne bû li ser herêmê, brêz Mistefa Seyd Qadir bi hevehanegî û îdarekirineka serkeftiyane digel hêzên hevpeymanan û pêşmerge û asayşa navxwe li ser hemû astan kiriye, yan dema ew wezîrê karûbarên navxwe  yê herêma Kurdistanê bû, li îdareya Silêmaniyê, tevî kiriza êkonomî, karkên xwe di warê parastina asayşê da bi başî dikirin, herwesa di wê demê da ku serperiştiya yekem hilbijatinên şaredariyan dikir, bi serkeftî erkên xwe encam dan, berê jî ku endamê parlementoya Kurdistanê bû, bi tmamî dakokî ji sîstema federalî û mafên takê Kurdistanî kiriye.

Birêz Mistefa Seyd Qadir   karvedanên wî li hember bûyer û guhertinên siyasî hûrbîne, kesayetiyekê nerme, hêmine, hez ji melevaniyan dike û xweşiyê ji xwezayê dibîne.

Sala 1979ê peymangeha tekinîkî ya çandinê li Bexdayê timam dike.  Ew bavê pênc zarokan,  sê kur û du keçan e.

 

Nûtirîn Nûçe