Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Jinan
Bi boneya 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, bi germî pîrozbahiyê li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêviya serkeftina wan a berdewam û pêşengiya wan di karwana pir bi rûmet de ji bo bidestxistina dadperwerî û wekheviyê dixwazim.

Jin li Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê de roleke şoreşgerî û aştiyane lîstiye û wêrekî û berxwedaneke bêhempa nîşan daye. Niha jî ku Herêma Kurdistanê di qonaxa avakirin û bihêzkirina sazî û dezgehên xwe de ye, amadebûna çalak a jinan di hemû qadên siyaset, Pêşmergetî, aborî, rêveberî û perwerdeyê de, cihê şanaziyeke mezin e ji bo me.

Di vê bîranîna bi rûmet de, em tekez dikin ku avakirina civakeke aram, ewle û pêşketî, bêyî mîsogerkirina tevahiya maf û azadiyên jinan û bihêzkirina rola wan di hemû qadên biryardanê de, nayê kirin. Wek her dem, em pêdagirê cîbicîkirina çanda wekhevî û dadperweriyê û tunekirina her cure cûdaxwazî û tundûtûjiyê ne ku li hember jinan tê kirin, çi di nav malbatê de be, çi jî li cihên giştî be.

Parastina rûmet û mafên jinan berpirsiyariyeke hevpar e ji bo hikûmet, malbat, civaka sivîl, medya û hemû dezgehên civakî, perwerdeyî û olî. Kar û stratejiyên nû pêwîst in ji bo ku derfetên wekhev ji jinan re bêne peydakirin da ku rola wan a çalak di avakirina paşeroja welat de zêdetir bibe. Divê Kurdistan her dem bibe mînakeke geş di warê wekhevî û rêzgirtina li mafên mirovan û parastina jinan ji tundrewî û tundûtûjiyê.

Di vê rojê de, em bi rêzdarî wan hemû jinên têkoşer ên ku bi navê azadî, dadperwerî û mafên xwe yên rewa de cangoriyên mezin dane, bi bîr tînin. Silav ji giyanê pak ê wan hemû xaniman re ku bûne cangoriya tundûtûjiyê, bîranîna wan her dem bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.03.2026

The post Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Jinan appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Erdogan rewşa herêmê gotûbêj kirin
Îro şemî 07.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Receb Tayyib Erdogan, Serokkomarê Tirkiyeyê, wergirt.

Di peywendiyê de bi hûrgilî bal kişandin li ser rewşa herêmê û wan astengiyên metirsîdar ên ku di encama şer de derketine holê. Herdu alî hemfikir bûn ku zêdebûna aloziyan gefeke rastîn e li ser niha û paşeroja aramiyê, ji bo wê yekê tekez li ser pêwîstiya li ber girtina çareseriyeke siyasî kirin ji bo rêgirtina li ber geşbûna nakokiyan û parastina gelan ji wêraniyên şer.

Ji aliyekî din ve, Serok Erdogan spas û rûmeta xwe ya taybet pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo rola wan a diyar û erênî di alîkarî û piştgiriya aştiyê li Tirkiyeyê. Herwiha bal kişand li ser wê yekê ku ev helwest faktorên bingehîn in ji bo bihêzkirina lihevkirin û pêkvejiyana gelan û kêmkirina aloziyên li herêmê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek her dem ji bo aramiya li herêmê kar dike û piştgiriyê dide her gaveke aştîxwaz û diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayekî ku asayîş û berjewendiya giştî ya gelên herêmê bê parastin.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Erdogan rewşa herêmê gotûbêj kirin appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron tekez li ser parastina aramiyê kirin
Îro Şemî, 07.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Emmanuel Macron, Serok Komarê Fransayê wergirt.

Di peywendiyê de, li ser rewşa herêmê û encamên şer de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Herdu aliyan dilgiraniya xwe ya kûr li hember metirsiyên zêdebûna aloziyan anîn ziman û li ser pêwîstiya zêdetirkirina hewldanên navdewletî ji bo rêgirtina li ber firehbûna zêdetir a qada pevçûnan, bi awayekî ku aştî û ewlehî vegere gelên herêmê de, hemfikir bûn.

Di beşeke din a gotûbêjê de, peywendiyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û berdewamiya hevkariyan hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser xurtkirina van peywendiyên dostane kirin, ku dîrokeke dirêj a hevkariyê û hevrêziyê di warên cûda de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî jî spasiya rola pêşeng a Serok Macron û Fransayê kir ji bo piştgiriya wan a berdewam ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re, bi taybetî di hewldanên dîplomatîk de ji bo dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer û aloziyan.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron tekez li ser parastina aramiyê kirin appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin
Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.

Di peywendiyê de, pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên wan hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan careke din redkirina xwe ya êrîşên li ser bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê dubare kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku nabê axa Iraqê bibe çavkaniya gef an êrîşan bo ser welatên cîran. Herwiha piştgiriya xwe ji bo wan hemû pêngavan nîşan dan ku dibin sedema xurtkirina aştî û aramiya li herêmê.

Her du aliyan tekez li ser pêwîstiya rûbirûbûna aloziyan bi rêya yekxistina helwêst û gotara hêzên niştimanî kirin, bi awayekî ku parastina serweriya welat û asayîşa niştimanî bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke her dem dê faktoreke aramiya herêmê be û piştgiriyê li hemû hewldanên niştimanî yên ji bo dûrxistina Iraqê ji encamên neyînî yên nakokiyên li herêmê de dike.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê rewşa herêmê gotûbêj kirin
Îro Înê 06.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Dewleta Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî, wergirt.

Di peywendiyê de, aloziyên dawî yên li herêmê û encamên wê yên metirsîdar ên şer hatin gotûbêjkirin. Di vî warî de her du aliyan dilgiraniyên xwe yên kûr li hemberî berfirehbûna şer anîn ziman û tekez li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk kirin ji bo aramkirina rewşê û parastina ewlehî û aramiya li herêmê.

Di beşeke din de, peywendiyên Mîrnişînê ligel Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên cuda de hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekez li ser xurtkirina zêdetir a peywendiyên dîrokî û dostane yên di navbera xwe de kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariyên Mîrnişînê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya aramî û pêşketina berdewam ji bo gel û dewleta Mîrnişînê xwest.

The post Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê rewşa herêmê gotûbêj kirin appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Salvegera Serhildanê de
Îro em bi rûmetê ve bîranîna 35emîn salvegera Serhildana Mezin a Adara 1991ê bibîr tînin. Bi vê boneyê, ez pîrozbahiyên germ pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya Kurdistaniyên li hundir û derveyî welat dikim. Silav û rûmetê ji bo giyanên pak ên şehîdên serhildanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê re dişînim.

Serhildan xaleke veguherînê ya dîrokî û bersiveke yekalîker a gelê Kurdistanê bû di redkirina zilm û zordariyê û di pêngavekê ber bi azadî û serkeftinê. Ev bîranîna pîroz di demekê de ye ku herêm di rewşeke aloz û hesas re derbas dibe. Zêdebûna aloziyan û encamên neyînî yên nakokiyan, berpirsiyariyeke mezin datîne ser milê me hemûyan ji bo parastina aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê.

Di vê bîranînê de, em careke din tekez dikin ku Herêma Kurdistanê, weke herdem, dê bibe faktorek sereke ya aramî û aştiyê û dê nebe beşek ji ti nakokî û pêşveçûneke leşkerî ku zirarê bigihîne jiyan û ewlehiya welatiyên me. Parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên me yên destûrî, tenê bi yekrêzî, lihevhatin û berpirsiyariya hevpar a neteweyî ya hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê dibe.

Bila ev bîranîn me han û teşwîq bike ji bo derbaskirina kêşeyan û kûrbûna çanda pêkvejiyan û lêborînê. Wefadarî ji bo xwîna şehîdan ew e ku em bi hev re û dest bi dest; ji bo parastina ewlehî û avakirina paşerojeke baştir ji bo nifşên me yên paşerojê bixebitin.

Silav ji bîranîna serhildanê re.
Aramî û ewlehî ji bo Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.03.2026

The post Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Salvegera Serhildanê de appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Pêşhatên Herêmê Gotûbêj Kirin
Îro Çarşema 04.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Seyîd Ebas Îraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, wergirt.

Di peywendiyê de, li gel gotûbêjkirina peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawî yên herêmê û encamên wan hatin nirxandin. Di vî derbarî de, herdu aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin.

Herwiha herdu aliyan piştrastiyê li ser parastina ewlehiya sînoran kirin, bi awayekî ku rê li ber her hewlekê were girtin ji bo têkdana ewlehiya herêmê û zêdetir alozkirina rewşê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê dê nebe beşek ji nakokiyan û weke herdem dê bibe faktorekî aramiyê, herwiha piştevaniyê li hewlên dîplomasiyê dike ji bo aramkirina aloziyan û dûrxistina metirsiyên şer ji gelên herêmê.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Pêşhatên Herêmê Gotûbêj Kirin appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Derengên şeva bihûrî, 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê, wergirt.

Di peywendiyê de, Wezîrê Derve yê Fransayê hevxemî û piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê ji ber êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, dûpat kir.

Herdu aliyan pêşhatên berdewam yên deverê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin û li ser berdewamiya hemahengiya nêzîk a di navbera wan de ji bo parastina aramî û ewlehiyê hevfikir bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya rola Fransa û civaka navdewletî di arambûna aloziyan û dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer de kir.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê rewşa herêmê gotûbêj kirin. appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewşa herêmê gotûbêj kirin
Îro êvarê sêşemê 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke têlefoniyê ji birêz Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, wergirt.

Di peywendiyê de, pêşhatên dawî yên rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya hemahengî û karê hevbeş ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê kirin.

Peywendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çend mijarên din ên girîng ji bo herdu aliyan, mijareke din a vê peywendiya têlefoniyê bû.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewşa herêmê gotûbêj kirin appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî Sersaxiyê li Îranê Kir
Em sersaxî û xemgîniya xwe ya kûr pêşkêşî gel, hikûmet û serokayetiya Îranê dikin ji bo şehîdbûna xwedê jêrazî Ayetullah Elî Xamaneyî, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û zanyarê dînî yê diyar. Em dilsoz û hevparê xemên wan in. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku giyanê wî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bi hemûyan bibexşê.

Di vê dema dijwar de, em tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan dikin. Ji bo vê armancê, em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku erkê xwe di rawestandina şer û pevçûnan û vegerandina ewlehiya herêmê de bicîh bîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.03.2026

The post Serok Nêçîrvan Barzanî Sersaxiyê li Îranê Kir appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê peywendiyeke telefoniyê encam dan
Îro êvarî, roja Şemiyê 28.02.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Esed Şeybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, wergirt.

Di peywendiyê de, geşedanên ewlehî yên dawî li herêmê û encamên wan li ser asayîş û ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekez li ser girîngiya bihêzkirina hemahengiya herêmî û navdewletî ji bo parastina asayîşa herêmê kirin.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê peywendiyeke telefoniyê encam dan appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê
Pêşwaziya rapora "Komîsyona Yekîtiya Nîştimanî, Biratî û Demokrasiyê" ya li Parlamentoya Tirkiyê dikim. Vê raporê wek gaveke girîng û di riya rast de ji bo aştî û çareseriyê dibînim. Pêşxistina zimanê siyaset û diyalogê û pêgîriya bi çareseriya aştiyane, bingehên sereke ne ji bo avakirina aramiya hertimî ku di berjewendiya tevahiya navçeyê de ye.

Em li Herêma Kurdistanê, wek her car tekeziyê li ser piştgirî û hevkariya xwe ji bo her hewldan û gaveke ku armanca wê çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan be û asoyeke nû ji bo biratî û pêkvejiyanê vebike, dikin. Em hêvîdar in gavên din li parlamentoyê li pey vê raporê werin, daku bawerî zêdetir bibe û aştiya ku her kes li bendê ye, pêk were.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.02.2026

The post Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve Civiyan
Nîvroya îro Çarşemê 25/02/2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Dr. Gesa Andreas von Geyr, Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve û şandeke pê re kir.

Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û rewşa herêmê, hatin gotûbêjkirin.

Şanda mêvan tekez kir ku Almanya bi girîngiyê ve temaşa ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê dike û daxwaza welatê xwe bo berdewamiya hevkariya wan a hevbeş di warên cûrbecûr de, anî ziman.

Ji aliyê xwe, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştgiriya Almanyayê ya bo Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir, herwiha tekez li ser girîngiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û parastina aramiya herêmê kir.

Gef û metirsiyên DAIŞê, rewşa Sûriyê û çend mijarên din ên girîng bo her du aliyan, babeteke din a civînê bûn ku birêz Balyozê Almanyayê li Iraqê û Konsolê Giştî yê wan li Herêma Kurdistanê, tê de amade bûn.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve Civiyan appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê re civiya
Îro êvarê, Duşemê 23/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Tom Barrack, Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê, û şandeke pêre, kir.

Di civînê de ku birêz Joshua Harris, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê amade bû, têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşketinên dawî yên rewşa Sûriyê û pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şanda mêvan rûmeta xwe li rola Serok Nêçîrvan Barzanî di hewldanên dîplomatîk de ji bo ewlehiya herêmê, aramkirina alozîyan û rêkeftina di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk de, nîşan dan. Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê wek her dem dê bibe faktoreke aramî û ewlehiyê.

Pêşketinên dawî yên herêmê mijareke din a civînê bû; di vê derbarê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngîya çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan û parastina aramî û ewlehiya li herêmê kir.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê re civiya appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê Civiyan
Nîvroya îro roja çarşemiyê 18/02/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Joshua Harris, Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û şandeke pêre kir.

Di civînê de, peywendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên pêvajoya siyasiya dawî ya li welat û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û her wiha li ser wê yekê jî hevfikir bûn ku berjewendî û nirxên hevbeş Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve girê didin. Di vê derbarê de jî behsa warên hevkariya di navbera her du aliyan de kirin.

Peywendiyên Hewlêr – Bexdayê, girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa herêmê bi giştî, babêteke din a civînê bû.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê Civiyan appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina meha Remezana pîroz
Hatina meha Remezana pîroz, ez bi germî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im hatina vê meha pîroz, bibe sedema xêr û bereketa û aramiya gelê Kurdistanê û tevahiya herêmê.

Bila em vê boneya olî bikin derfetek ji bo kûrkirina ruhê lêborîn, lihevhatin û pêkvejiyanê, ku her tim nasnameya xweşik a Herêma Kurdistanê bûye.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar in ku ev meha pîroz bibe destpêka dawîhatina êş û pirsgirêkan û peyama aştiyê û lihevhatinê li tevahiya cîhanê de belav bibe.

Remezan li we hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/02/2026

The post Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina meha Remezana pîroz appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya xwe di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bi dawî anî.
Îro êvarî Yekşem, 15/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya xwe di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bi dawî anî. Ev e jî piştî sê rojan ji rêze hevdîtin û civînên berfireh ligel serok û rêberên welatan û berpirsên bilind ên cîhanê pêkhat.

Di van hevdîtin û civînan de ligel birêzan Emmanuel Macron Serokê Fransa, Îlham Aliyev Serokê Azerbaycanê, serokwezîrê Hollanda, Qatar û Lubnanê û hejmareke zêde ya wezîrên derve û berpirsên bilind ên Amerîka, Ewropa û herêmê, tekez li ser siyaseta aramiya Herêma Kurdistanê kir ku her dem wek faktoreke sereke ya aramî û ewlehiyê li herêmê dimîne. Di civînan de herwiha rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê jî bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Derbarê rewşa Sûriyê de ku yek ji mijarên sereke bû, Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe de tekez li ser pêwîstiya mîsogerkirina mafên Kurdan û hemû pêkhatên din ên Sûriyê di çarçoveya destûra paşerojê ya Sûriyeke yekgirtî de kir, bi awayekî ku aşitî û ewlehiya herdemî ji bo welat peyda bike. Ev e jî ji bilî çendîn pirsên din ên xwedî girîngiya hevbeş bûn.

Îro êvarî jî Serok Nêçîrvan Barzanî, di civîneke rojnamevanî de behsa naveroka civînan û çend pirsên din kir.

Di destpêkê de rêzdar di axaftineke xwe de got: "Wek her sal, îsal jî me beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê kir û ligel komeke rêber û berpirsên welatên derve axivîn. Ew ê ku îsal zêdetir cihê girîngiyê bû, pirsa Sûriyê û herwiha avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bû. Ev mijarên sereke bûn ku her aliyek dixwest guhdarî bike û me rola xwe li Herêma Kurdistanê dûpat kir ku em ê bibin faktoreke aramî û ewlehiyê li herêmê û ew ê ji destê me tê em ê hem li Sûriyê û hem jî li Iraqê bikin daku kabîneya nû ya hikûmetê li Iraqê zû bê avakirin. Herwiha li Sûriyê û Herêma Kurdistanê jî em ê berdewam bin. Di derbarê Herêma Kurdistanê de, bêguman siyaseta van welatan e hemû dixwazin Herêmeke Kurdistanê ya ewle û bihêz di çarçoveya Iraqeke federal de hebe û ew astengî û pirsgirêkên ku ligel Bexdayê hebûn, em di van civînan de li ser axivîn."

Paşê di bersiva pirsa yekem a rojnamevanan de derbarê rola wî di pêvajoya aştiyê de, bi taybetî li Tirkiye û Sûriyê û piştrastkirina berpirsên ku pê re civiyan derbarê pirsa Kurd li Tirkiye û Sûriyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Destpêkê bila em behsa Sûriyê bikin. Ew ê ku niha li Sûriyê heye û ew pêvajoya ku li wir heye, helwesta me li Herêma Kurdistanê ew e ku em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ew gotûbêjên ku di navbera HSD'ê û hikûmeta Sûriyê de hene. Em dixwazin aliyên Kurd ên din jî wek ENKS û yên din beşdarî wê gotûbêja siyasî bibin ku niha li gel Şamê tê kirin. Divê em rastbîn bin û ez bawer nakim ku li gorî rewşa ku li Sûriyê derketiye pêş, ew rêkeftineke xerab be. Ew ê ku hatiye kirin û ew ê ku em dikarin bikin, bi dîtina min, ew ê ku niha heye rêkeftineke baş e. Di vê rêkeftinê de, helwesta Herêma Kurdistanê ew bû ku her dem di têkiliyê de bû, hem bi Tirkiyê re û hem jî birêz Serok Barzanî bi Serok Ahmed el-Şera' re her dem axivîne. Siyaseta me ew e ku em dixwazin bi awayekî giştî ev rêkeftin bi temamî û wek xwe bê cîbicîkirin û aramî û ewlehî vegere. Ew ê ku em gelek tekez li ser dikin, ew e ku mafên Kurdan û hemû pêkhatên din pêwîst e di destûra Sûriyê ya pêşerojê de bêne cîbicîkirin. Ev garantiyek e ku her aliyek xwe ewle hîs bike. Ew ê ku mebesta me ye û em hemû aliyan jî han didîn ku di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de li hev bikin; ev siyaseta me ye li Herêma Kurdistanê."

Di berdewamiya axaftina xwe de û derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, rêzdar got: "Di derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, heta vê niha ew ê ku em dibînin, ez bawer dikim ev pêvajoyeke ciddî ye û Tirkiye bi ciddî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike û dibe ku ev pêvajo hinekî hêdî bimeşe û dibe ku xelk ji leza wê ya hêdî gazinan bikin. Ev rast e, lê ya girîng ew e ku her aliyek pabendî serkeftina vê pêvajoyê be. Helwesta Herêma Kurdistanê ew e ku em bi spasî li hewldanên her aliyekî dinêrin, bi taybetî birêz Devlet Bahçelî û ew hewldana ku ew ji bo vê pirsê dide, herwiha birêz Abdullah Ocalan ji bo vê pêvajoya ku wî dest pê kiriye. Em hêvî dikin ku bigihîje encamekê û ji PKKê re jî diyar e ku divê çi bike. Divê daxwazên Serok Ocalan ên ku ji PKKê kiriye cîbicî bike. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê û destxweşî û spas ji bo wan kesên ku tê de beşdar in, li ser hemûyan jî, spas û rûmetên me ji bo birêz Serok Erdogan hene ku ew bi xwe piştgirî dide daku ev pêvajo bigihîje encameke baş."

Di bersiva pirseke din de derbarê rawestana siyasî li Herêma Kurdistanê, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: "Rast e rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê rawestî ye. Deh roj berê civîneke gelek baş di navbera rêzdar Serok Barzanî û birêz Kak Bafil Talebanî de hate lidarxistin. Civîneke gelek erênî û serkeftî bû. Rast e civîn piştî demek dirêj hate lidarxistin, lê belê ew destpêk destpêkeke baş bû. Berî ku ez bême Munîhê, careke din civîneke dualî di navbera Serok Barzanî û birêz Bafil Talebanî de hate lidarxistin û ez li wir bûm. Ew civîn jî civîneke baş bû. Ez wisa difikirim ku rast e heta niha li ser ti xalekê li hev nekirine, lê ya ku ez dikarim bibêjim ev e: Em li ser rêyeke rast in da ku bigihîjin encamekê ku berjewendiya Herêma Kurdistanê û berjewendiya Iraqê tê de be."

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de, di bersiva pirseke derbarê derfeta berdewamiya ewlehiya li Rojavayê Kurdistanê di dema civîn û hevdîtinên cenabê wî de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Ez bawer dikim derfet heye, derfeta çareseriyê heye, lê belê ew modela ku her du alî dikarin li ser li hev bikin, ez bawer dikim divê em vê ji wan re bihêlin, anku ji bo aliyên Kurdan ligel Şamê. Dema ez dibêjim aliyên Kurdan, mebesta min HSD û ENKS û aliyên din in. Bila em bibînin ka ev hemû alî ligel Sûriyê dikarin bigihîjin çi modelekî xweseriyê. Eger pirs zêdetir ew be ku gelo tişta ku li Herêma Kurdistanê heye, dikare li Sûriyê jî hebe? Zehmet e û ne hêsan e, ji ber ku erdnîgariyeke yekgirtî bi vî rengî li Sûriyê nîne û pêkhatên cuda ne. Ne tenê Kurd, divê pêkhatên din jî bêne razîkirin. Lê belê tişta ku niha heye, mînak Serok el-Şera' fermana parêzgarê Hesekê derxistiye, ez bawer dikim parêzgarê Hesekê girîng e, ji ber ku bajarê Hesekê hem Kurd û hem jî Ereb lê hene. Niha ji bo aliyê Kurd ku berbijar ji aliyê HSD'ê ve hatiye pêşkêşkirin, derfetek e ku îsbat bike ku ev parêzgar, parêzgarê Hesekê ye ji bo hemû pêkhatan. Niha derfet e, ew dikare hem xizmeta Kurd û Ereb û hemû pêkhatan bike. Paşê hemû xelk li dû wî dê parastinê lê bikin. Lê belê ev hemû pêwîstî bi gotûbêjeke rêkûpêk hebe. Axaftina me bi birêz General Mazlûm Ebdî û yên din re ew e ku divê ew di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de beşdar bibin. Şam paytexta we ye. Divê hûn vegerin Şamê û hewleke ciddî bidin ji bo dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de. Ev siyaseta me ye, ev axaftinên me jî encama tecrubeya Herêma Kurdistanê ye ku em ji wan re dibêjin divê hûn bi vî awayî tevbigerin û heta asteke mezin ez bawer dikim ew bi wê rêyê diçe ku ew bi xwe jî beşdarî Konferansa Munîhê bû."

Herwiha di derbarê pêvajoya siyasî ya li Sûriyê û dirêjbûna gotûbêjan li wir, derbarê rêkeftin û çareseriyê de, cenabê wî got: "Yek tişt gelek girîng e, gelo niyeta çareserkirina van pirsgirêkan heye? Bi dîtina min, ew ê ku min ji birêz el-Şeybanî, Wezîrê Derve yê Sûriyê bihîst û ew ê ku em ji birêz Serokomarê Sûriyê jî dibihîsin, ew e ku ew dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin. Berî du-sê hefteyan ev rêkeftin hate kirin û em nikarin bibêjin ku niha her tişt hatiye cîbicîkirin. Erê pirsgirêk hene û dibe ku pirsgirêkên din jî derkevin pêş. Ew ê girîng ev e ku gelo niyeta çareserkirina vê pirsgirêkê heye? Bi dîtina min, em wê niyetê ji Şamê dibînin û heye, bêguman ji aliyê Kurdan ve jî ev niyet heye, rola me jî dê bibe alîkar da ku em karibin her du aliyan nêzîkî hev bikin û bigihîjin çareseriyekê."

Di bersiva pirseke din de derbarê hewldanên wî ji bo beşdariya birêz Mazlûm Ebdî di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de û gelo serdanek wî ji Qamişlo, Efrîn, Heleb û Şamê re heye û peyama wî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê çi ye? Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Bila ez ji vir dest pê bikim, erê em bêriya wan deveran dikin. Bêriya Qamişlo û Efrînê dikin û bi rastî û bêguman ew bername dê di serdana me de be, lê nizanim kengî.

Peyama me ji bo xûşk û birayên me yên li Rojava ew e ku bi rastî piştî wan bûyerên nexweş ên ku hatin serê wan, piştgiriyeke mezin ji hemû Kurdistaniyan û ji her derê ji bo Rojava hate nîşandan, ev cihê serbilîndî û rûmeta her Kurdekî li her derê ye. Niha ew ê girîng ew e ku ew rêkeftina hatiye kirin bê cîbicîkirin û bi îzna Xwedê avadanî û şahî û karê zêdetir bikeve Rojavayê. Li vir me ligel gelek şîrket û kompaniyên welatan û heta ligel Almanyayê jî behsa wê yekê kir ku pêwîst e piştî wê rêkeftinê dest bi avadanî û dabînkirina xweşguzeraniya jiyanê ji bo Rojavayê bikin. Ez hêviya şadî, selametî û serkeftinê ji bo gelê me yê li Rojava re dixwazim."

Di derbarê helwesta welatên beşdar di Konferansa Munîhê de ji bo piştgirîkirina parastina ewlehî û aramiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Bi dîtina min piştgiriya siyasî heye. Kes piştgiriyê nade rewşa leşkerî ya li wir. Em piştgiriyê didin nêrîneke siyasî ku ev pirsgirêkên heyî di çarçoveya Sûriyê de bêne çareserkirin. Ew ê ku min li welatên Ewropî jî dît, helwesta wan jî heman awayî ye. Divê ew li wê yekê binêrin ku Şam di vê pêvajoyê de çiqas sozên xwe cîbicî dike? Pirsa duyemîn jî ew e ku aliyên Kurd û HSD çiqas amade ne ku wê rêkeftinê cîbicî bikin? Ev pirs pêwîstî bi wê yekê heye ku ji aliyê siyasî ve hem Ewropa û hem jî Amerîka, bi spasiyê ve bi rastî Amerîkiyan roleke gelek baş hebû, herwiha birêz cenabê Serok Macron roleke ciddî hebû di wê yekê de ku ev rêkeftin bê kirin. Niha her aliyek xwe berpirsiyar hîs dike ku tişta girîng ji aliyê siyasî ve çawa cîbicîkirina vê rêkeftinê ye. Dubare dibêjim li gorî vê rastiya ku li Rojava çêbûye, ev rêkeftin rêkeftineke xerab nîne û rêkeftineke baş e. Di destûra Iraqê de ku sala 2005 bû, me negot destûrek e ku hemû mafên me tê de ne, lê belê beşeke mezin a mafên me jî li wir hebûn. Tiştek nîne ku em bibêjin sifir an sed, di navbera wan de nohd û neh heye. Ev rêkeftina ku niha li Rojava heye dibe ku hemû ne li gorî dilê me be, lê ji bo wê rewşa ku li wir hatiye serê wan, ez bawer dikim ev destkeftî ye, wek Kurd divê em li her derê piştgiriyê lê bikin û divê em hewleke ciddî bidin ku ev rêkeftin bê cîbicîkirin."

Gelek spas, hûn bi xêr hatin.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî beşdariya xwe di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bi dawî anî. appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya.
Nîvroya îro Yekşem, 15/02/2026, di civînên xwe yên dawî de li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Dr. Johann Wadephul, Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya.

Di civînê de peywendiyên Almanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û rola çalak a Almanyayê li herêmê hatin guftûgokirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe ji bo piştgirî û alîkariyên Almanyayê di warên cuda de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Almanyayê pesnê rol û pêgeha Herêma Kurdistanê da wekî faktoreke ewlehiyê li herêmê de, herwiha pabendiya welatê xwe ji bo berdewamiya piştgiriya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û encamên wan, mijareke din a civînê bû.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya. appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî li Mûnîhê civiyan.
Piştî nîvroya îro Yekşem, 15/02/2026, li Konferansa Ewlekariyê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel birêz Mazlûm Ebdî, dawîtirîn geşepêdanên siyasî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û herêmê û rewşa Kurd û pêkhatên wan li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û lihevhatinê ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê kir, bi awayekî ku mafên Kurd û hemû pêkhatan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî û di destûra paşerojê ya welat de parastî bin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Mazlûm Ebdî spas û rûmetên xwe pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê kir ji bo hewlên wan ên berdewam û rola wan a bibandor di aramkirina rewşê û gihandina Şam û HSD ê bo rêkeftina agirbestê.

Metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞ ê û gefên terorê, babeteke din a civînê bû.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî li Mûnîhê civiyan. appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Pêşxistina Peywendiyan Gotûbêj Kirin
Serê sibehiya îro Yekşem, 15.02.2026, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel Xanim Katharina Reiche, Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê, civiya.

Di civînê de, pêşxistina peywendiyên aborî yên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û handana sermayeguzarî û veberhênana Almanî di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewamiyên Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo sûdgirtina ji ezmûna Almanyayê di warê enerjî û aboriyê de dubare kir.

The post Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Pêşxistina Peywendiyan Gotûbêj Kirin appeared first on Presidency of the Kurdistan Region of Iraq.