Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Kanadayê Civiyan

2025-10-08T12:27:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro piştî nîvro çarşemê 08.10.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Christopher Boehm, Balyozê Kanadayê li Iraqê kir.


Di civînê de behsa peywendiyên Kanadayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha bal kişandin li ser hilbijartinên dahatî yên Encumena Nûneran a Iraqê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hewlên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê.


Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina zêdetir a peywendiyên Kanadayê digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî de, kirin. Di vê derbarê de behsa zemîne û derfetên kar, veberhênan û sermayeguzariyê ji bo şîrket û sektora taybet a Kanadayî li Herêma Kurdistanê kirin.


Asta nûnertiya Kanadayê li Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawîn ên navçeyê û encamên wan, mijareke din a civînê bû.