Bi amadebûna Serok Barzanî, mezintirîn karnavala piştgîriya referandûma serxwebûna Kurdistanê birêveçû
|
|
KRP.org |
|
|
|
23/09/2017
|
Loading...
|
|
|
|
Serok
Barzanî: Ez piştrastim serkeftin ji
bo gelê Kurdistane
|
|
|
|
|
|
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: Şev û roj daxwaza paşxistina referandûmê ji me dikin, gûvaş berdewame, dibêjin referandûmê paşbixin, paşê li gel Bexda dest bi guftûgoyekî vekirî bikin, em venagerîn li ser ezmûnekî şikestxwarî, em jî dibêjîn em amadene ji bo guftûgoyekî gelek ciddî û bi dilekî saf û bi mejiyeke vekirî, lê belê piştî 25ê Eylûlê. Niha gelek derenge û dem ji bo wan cûre axaftinan nemaye û ji bilî wan hemû hewlan jî dixwazim yek tişt bi xwedayê xwe û bi we jî bibêjim, ez ne ew kesim xwe şermezarê mîlletê xwe bikim.
Ev gotinên Serok Barzanî li karnavalekî berfireh û mezin da bû ku êvariya roja înê 22.09.2017 li yarîgeha navdewletiya Franso Herîrî li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û dehan hezar hemwelatî, wekî mezintirîn karnavala ji bo piştgîriya referandûma serxwebûna Kurdistanê birêveçû.
Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...
|
|
SOURCE:: KRP |
PAGE
HIT:: 1404
|
|