Teksta bersîva Parlemena Kurdistanê ya ji bo nameya birêz Serokê Herêma Kurdistanê
|
|
KRP.org |
|
|
|
31/10/2017
|
Loading...
|
|
|
|
Serok
Barzanî: Ez piştrastim serkeftin ji
bo gelê Kurdistane
|
|
|
|
|
|
Ji bo / Gelek birêz Serok Mesûd Barzanî
Silav û rêz...
Piştî gihîştina nameya cenabê we ya li roja 28/10/2017, li rûniştina xwe ya asayî ya roja yekşemê rêkefta 29/10/2017 Parlemena Kurdistanê naveroka wê xwend....
Parlemena Kurdistanê bi girîngiyê ve temaşa pêşniyarên we yên di derbarê (Red kirina berdewam bûna li posta Serokê Herêma Kurdistanê û hemwarnekirina yasayê ji bo vê mebeste û dabeşkirina desthilatan li ser damezraweyên destûriyên din)...
Her ji bo wê yekê jî hemû rêkarên yasayî li ber ronahiya nameya cenabê we hatin temam kirin û yasa jî hate pejirandin.
Ev biryara we ya dîrokî ji bo rêzgirtina li yasa û prensîpên demokrasiyê û qurbanîdana bi navê doza rewaya gelê me bilind dinirxînîn, bi taybet li rewşeke wekî niha da ku neteweya me û Herêma Kurdistanê têda derbas dibe.
Cenabê we balkişandiye li ser wê yekê ku wekî Pêşmergeyekî cangoriyê ax û gelê me û berdewam dibin li rûbirûbûna her pêşhatek ku tê ber gelê me, ji bo wê yekê jî li Parlemana Kurdistanê vê biryara we ya dawî bilind dinirxînîn û piştrastîn bi cîh hiştina desthilata Serokayetiya Herêma Kurdistanê cenabê we ji berpirsiyariya vê qonaxê dûr naxê û wekî çawa we jiyana xwe ji bo xizmeta gel û niştîman terxan kiriye wekî Pêşmergeyek ku bilindtirîn payeya xebate û hewlên cenabê we ji bo bi destxistina daxwaza gelê me ji mafê çarenivîsa xwe û encamdana referandûmê ku li Parlemena Kurdistanê hate pejirandin û parastina ezmûna hukimraniya Kurdistanê û damezraweyê wê û serpereştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo bi têkçûna terorîstan li cengê dijî rêxistina terorîstiya (Da'îş) herdem bi geş dimîne û wekî yek ji destkeftên dîrokî ya gelê me dihête temaşekirin.
Li dawiyê de... Parlemena Kurdistanê ji bilî derbirîna rêz û pêzanînê ji bo xebat û keda we gelek bi mezinî jî temaşa nameya we dike û ji bo paşarojê jî li erkê siyasî û Pêşmergayetiyê da hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazîn.
Li gel rêz da...
Parlemena Kurdistanê - Iraq 29/10/2017
|
|
SOURCE:: KRP |
PAGE
HIT:: 2263
|
|