Naveroka gotara Serok Barzanî ya li rêwresma salvegera koça dawî ya Xanima Danielle Mitterrand
|
|
KRP.org |
|
|
|
23/11/2015
|
Loading...
|
|
|
|
Serok
Barzanî: Ez piştrastim serkeftin ji
bo gelê Kurdistane
|
|
|
|
|
|
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Amadebûyên birêz
Spas ji bo rêxistina vê derfetê ku îro li gel we amade bim ji bo bîranîna xanimeke gelek gelek bi qîmet, xanimek ku birastî weku dayika Kurd reftarê kir.
Yekemcar ku ez gihîştim xizmeta wê sala 1989 bû Kekê Kendal Nezan derfetek rêkxist û ez çûme Parîsê, ku çûme xizmeta Madam Mitterrand, birastî ji bo min cihê sersurmanê bû, ez bi niyetbûm behsa êş û keserên gelê Kurdistanê ji bo wê bikim, lê belê ew çend rojek bû ew li wargehên wan koçberên Kurdan yên ku hatibûn Tirkiye çûbû serdana wan kiribû û vegeriyabû ku behsa êşa wan dikir rondik ji çavên wê de dihate xwarê û eve jî ji bo min balkêş bû ji ber ku birastî heta wê demê min nedîtibû keseke biyanî rondikan ji bo Kurd birijîne.
Ji bo wê yekê wekî Kurd wekî Kurdistanî em herdem qerzdarê wêne û bîranîna wê herdem bi zîndî dimîne û her wiha ku yekemcar bi xizmeta Serok Mitterrand jî gihîştim, min jêre got: Cenabê Serok, ku çûme welatê xwe çi ji xelkê Kurdistanê re bibêjim? Got: Ji wan re bibêje Fransuwa Mitterrand dostekî nêzîk û dilsoz û piştevanê we ye.
Peywendiya Kurdistan û Fransa peywendiyekî kevine û herdem me Fransa ji bo gelê xwe weku dost û piştevan dîtiye. Li bîra we ye sala par ku Kurdistan kete ber êrîşa dirindaneya terorîstên Da'îş, Serokê Fransa di demeke gelek hestiyar da hate Hewlêrê û eve jî dilgermiyekî zêde bi me bexşî û piştevaniyekî mezin bû ji bo xelkê Kurdistanê.
Niha jî ku em dibînîn Fransa bûye armanca herî serekî ya terorîstan eve bêguman ji ber helwesta merdaneya Fransaye beramber terorê. Li vir da ez bi germî serxweşiyê li gelê Fransa û Serokê Fransa dikim ji bo wan qurbaniyên li encama wê karê terorîstiya Parîsê de canê xwe ji dest dane.
Serxweşiyê li wan dikin û eve jî der dixe terorîst dijminê hevbeşê me hemûyane û pêwîste hemû cîhana azad li dijî van terorîstan li yek sengerê da bin û ez dilniyame mesele meseleya deme nexwe ez dilniyame terorîst hîç paşarojeke li vir da tûne û ne li navçeyê û li hemû cîhanê jî tûne.
Ez gelek spasiya we dikim ji bo vexwendina we ya ji bo vê kombûnê û hêvîdarim hûn hemû demeke xweş bi ser bibin û gelek spasiya we dikim û bi xêrhatin.
Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...
|
|
SOURCE:: KRP |
PAGE
HIT:: 2210
|
|