Naveroka Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya li çiyayê Şengalê
|
|
KRP.org |
|
|
|
21/12/2014
|
Loading...
|
|
|
|
Serok
Barzanî: Ez piştrastim serkeftin ji
bo gelê Kurdistane
|
|
|
|
|
|
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xweşhaliyeka yekcar zor ez li ser çiyayê Şengalê bi gelê Kurdistanê radigihînim û pîrozbahiyeka germ berî her kesekê li xuşk û birayên Êzdî dikim, yên ku li vir xweragirî û qehremanî û destanê tomarkirî, spasiya Pêşmergeyên qehreman dikim ku di xîlalê 24 demjimêran da dû rêyên serekî vekirin ji bo rizgarkirina van qehremanên li serê çiyayê Şengalê. Rêya Rebî'e Şengal û rêya Zumar Şengal. Eve bi hemû pêveran ve destaneka dîrokî bû ku hatiye tomarkirin û li vir da bi pêwîst dizanim, li ser vî çiyayê serkêş silavên germ bişînim ji bo hemû Pêşmergeyên qehreman, ji bo gelê Kurdistanê û li vir ez di wê baweriyê dame ku giyanê pakijê wan şehîdan îro yê li ser serê me dizivirin û li me keyfxweştirin, ku em îro li serê çiyayê Şengalê, piştî ku hemû dijminên beşeriyetê, dijminên mirovayetiyê, dijminên gelê Kurdistanê têk hatine şikandin. Îro ew berhema xwîna xwe dibînin. Em jî bi saya serê xwîna wan bi serbilindî û azadiyê de tên û diçîn.
Bername ji bo me, bernameyekî gelek gelek girîng bû, ji bilî wê ku bernameyekê neteweyî bû, bernameyekê mirovayetiyê bû, bernameyek bû ku kerameta beşeke ezîzê miletê me, ku kerameta hemû miletê meye, careka din vegerê û ew baweriya bi xwe careka din vegerê.
Spas ji bo xwedê, ku yek ji hêviyên di jiyana min da bû ku ez bêm li ser çiyayê Şengalê pîrozbahiyê li xuşk û birayên xwe bikim. Bibêjim pîroz be serkeftin, spasiya Pêşmergeyên qehreman bikim, bibêjim spas ji bo qehremaniya we û spasiya gelê Kurdistanê dikim ji bo vê piştevaniya ku nîşan dane. Elhemdulîlleh rê hatine vekirin, ew abluqa û bazina ku hatibû danîn li ser çiyayê Şengalê hate şikandin û îro jî elhemdulîlleh temamê hemû herêmê yê hatiye paksazî kirin û bajarê Şengalê bi xwe jî di zimnê bernamê me da nebuye, lê beşeke zêdeyê ji bajarê Şengalê jî hatiye kontrol kirin. Bi nîsbeta me çi cîh nîne ku destê me bigehiyê û dest bavêjîn li lêdana van terorîstên Da'îş, lê belê careka dîn teqîma vê merhelê bikîn û hemû wextek jî Pêşmergeyên qehreman amadene ji bo wê hindê dersên din nîşana her çi kesê ku bîra li hindê bike careka din tehedayekê li miletê me bike. Careka din ez spasiya Pêşmergeyên qehreman dikim, spasiya xweragiriya vê xelkê qehreman dikim ku di nexweştirîn zirufê da xweragirbûn û penda xweragiriyê û qehremaniyê nîşana hemû dinyayê dan. Elhemdulîleh eve em li serê çiyayê Şengalê vê konferansa rojnamevaniyê dikîn û bi rastî jî çi sînor ji bo keyfxweşiya min nîne, her eveye spas ji bo xwedê, spas ji bo gelê Kurdistanê, spas ji bo Pêşmerge.
Ji bo temaşekirina videoya vê gotara Serok Barzanî ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin.
|
|
SOURCE:: KRP |
PAGE
HIT:: 2415
|
|