Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mamosta Elî Abdulla


KRP.org | |
24/10/2017
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û yek ji damezrînerên Partiya Demokrata Kurdistanê Mamosta Elî Abdulla gihîşt min. Kak Elî Abbulla mamostayê Kurdayetî û partayetî û ji bo şexsê min wekî birayê mezin û mamostayê şoreşgêriyê bû.

Gelek xemgînim ji destdana zilameke xebatgêrê wekî mamosta Elî Abdulla û cihê destên wî li karwana xebat û Kurdayetiya gelê me de diyare û ji bo min jî herdem dimîne. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li xwe û endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî mamosta Elî Abdulla bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi me hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
24.10.2017




SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 1669