Serok Barzanî: Ez piştrastim serkeftin ji bo gelê Kurdistane
|
|
KRP.org |
|
|
|
30/10/2017
|
Loading...
|
|
|
|
Serok
Barzanî: Ez piştrastim serkeftin ji
bo gelê Kurdistane
|
|
|
|
|
|
Piştî şandina peyamek ji bo Parlemena Kurdistanê, ku roja yekşem 29.10.2017 li civîna asayî ya Parlemena Kurdistanê da hate xwendin û têda, Serok Barzanî ret kir ku dema posta Serokayetiya Herêma Kurdistanê bê dirêj kirin û amadehiya xwe jî ji bo xizmetkirina gel û destkeftên Herêma Kurdistanê dûpat kir, heman awayî, Serok Barzanî gotarekî vîdeoyî pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir. Li vê gotarê de Serok Barzanî, ragihand, ew her Pêşmerge bû ku bilindtirîn pile jî li cem wî Pêşmergayetiye.
Serok Barzanî li gotarek da ragihand, gelê Kurdistanê bi rêya aştiyane daxwaza mafê xwe kirine, ku ji bilî wê jî tê tawanbar kirin. Her wiha got ku carekî din derket ku xelkê Kurdistanê bi tenê ne û bi tenê çiya dostên me ne.
Serok Barzanî her wiha ragihand: ''Me wiha dizanî piştî 2003 derfetekî nû hatiye rexsandin heta Iraqekî demokratî nû dabimezrênîn ku hemû aliyek erk û mafê xwe bizanê, destûr hatiye nivîsîn ku ku her çend destûra nû kêmasiya xwe hebû lê belê hate pejirandin, lê paşê derket ku destûr tê binpêkirin û lawaz kirin heta berev nemanê çû. Iraq jî kete destê yek alî. Ji bilî wê me gelek hewl da vegerîne destûr û rêkkeftinên di navbera me, lê belê çi sûda xwe nebû. Li gel hevpeymaniya niştîmanî da me gelek behs kir ku rewş metirsîdare û bi vî awayî renge xwîn birije, me got ku nikarin hevbeşê rastîn bîn, bila cîranên baş bîn, wê demê helwesta baş nîşan dan, ku niha bi siwarê tankê şerê Kurdistanê dikin.''
Serok Barzanî li dawiya peyama xwe de tekez kir ku ez her Pêşmerge û Mesûd Barzanî me, bilindtirîn pile jî li cem min Pêşmergayetiye.
Her wiha Serok Barzanî ji cemawerê Kurdistanê re got: ''Piştrastbin ku ez li gel we dibim û Pêşmerge dimînim û serkeftin jî ji bo me dibê. Daxwaz ji Kurdistaniyan dikim yekrêz bin û îradeya wan bihêz bê, ji ber ku nehez ji hewla şikandina îradeya Kurdistanê dikin. Li dawiyê de jî ragihand: Ez piştrastim Kurdistaniyan her serdikevin ji ber ku doza wan rewaye.''
Ji bo temaşekirina videoya vê peyamê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...
|
|
SOURCE:: KRP |
PAGE
HIT:: 1729
|
|