Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo xwepêşandana piştgîriya revenda Kurdistanî li referandûmê li welatê Swêd
|
|
KRP.org |
|
|
|
16/09/2017
|
Loading...
|
|
|
|
Serok
Barzanî: Ez piştrastim serkeftin ji
bo gelê Kurdistane
|
|
|
|
|
|
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Amadebûyên birêz
Xuşk û birayên minên xweşdivî
Bi navê xwe û xuşk û birayên we yên li Herêma Kurdistanê pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên birêz û xweşdivî dikim. Amadebûna revenda Kurdistanî li welatê Swêd li vê rêwresmê de piştgermî û hêvî û hêzekî zêde bi me dibexşê. Spas ji bo helwest û soz û piştevaniya we, destên we xweş bê.
Gelê me li Herêma Kurdistanê piştî sed sal ezmûna tehl û pir li êş û piştî şikestanîna şeraket û hemû hewlek ji bo pêkanîna Iraqekî demokrat û federal û azad, biryar daye bi awayeke aştiyane rêya xwe hilbijêrê û bibê xwediyê çarenivîsa xwe.
Ew biryar bi tu awayekî nakok nîne li gel wan prensîpên ku civaka mirovayetî li ser hatiye avakirin. Biryara referandûm biryareke bi navê çespandina aramî û aştî û vegerana wan mafên ku bi zulm li gelê me hatiye zeft kirin.
Referandûm li Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenivîs û hengav anîna berev serbixweyî û ji bo avakirina dewlete. Dewleta Kurdistanê dewletekî aştîxwaz dibê ku li ser bingeha îradeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê pêkve tê avakirin û dibê çavkaniya xêr û bereket û geşbûna hemû navçeyê.
Birêzan
Biryara referandûmê ji bo diyarkirina çarenivîsê biryareke ji bo gelê Kurdistanê û bi tu awayekî ne gefe li ser cîranan û gelên navçeyê. Gelê Kurdistanê çavê wî li axa kesek nîne û piştî qurbanîdanekî bêhejmar dixwaze bi aştî û bexteweriyê de bijî û çanda pêkvejiyanê û lêborînê kûrtir bike. Dewleta Kurdistanê dewleta hemwelatiyan û hemû pêkhatên neteweyî û oliyane bi bê cûdahî û cûdakirina regezî û neteweyî û olî. Dewleta Kurdistanê li ser bingeha pêver û prensîpên serdem û çanda dewlemend û dîroka pêkvejiyanê û lêborîna xelkê Kurdistanê dadimezrê.
Ev rûdana mezin bersîveke hêja dibê ji bo qurbanîdana gel û wefayek ji bo şehîdan. Gelek ji bo demeke sed salan bi navê azadiyê da xebatê kiribe û tûşî karesat û jenosayd û enfal hatibê, divê serbixwe bê û xwediyê îrade û çarenivîsa xwe bê.
Amadebûyên birêz
Çîroka jiyana her keseke we yên serbilind li welatê Swêd û derveyê welat çîroka koçberî û wan êşane ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye. Niha derfete ji bo vegêrana maf û pêçan û kevîna birînan. Derfete ji bo piştevaniya li dewleta Kurdistanê û dengdana ji bo serxwebûnê. Daxwaz ji we dikim deng bi serbixweyiya gelê xwe bidin. Dengê we hewêna jiyanekî serbilindane û azade ji bo nifşên paşarojê, dengê we dengê aştî û pêşketina gelê Kurdistane.
Li dawiyê de dûbare spasiya we dikim, destxweşiyê li birêvebirên vê rêwresmê dikim, spasî Federasyona Komeleyên Kurdistaniyên li Swêdê û komîteya hevkariya hêzên siyasiyên Kurd û Kurdistanî dikim û pêzanînên min ji bo nûnerên aliyên siyasiyên Swêdê heye û hemû ew kesayetiyên Swêdiyane ku ji bo palpiştiya gelê Kurdistanê li vir da kombûne û spasî gel û hikûmeta Swêdê dikim ku li rojên tarî û teng da hejmareke zêdeyê xelkê Kurdistanê himbêz kiriye û yarmetîderê gelê Kurdistanê bûne.
Bimînin di xweşiyê da
Bijî Kurdistan
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê
Mesûd Barzanî
|
|
SOURCE:: KRP |
PAGE
HIT:: 1712
|
|