Peyama Serok Barzanî ya ji bo Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Koln a Almanya


KRP.org | |
26/08/2017
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz

Xuşk û birayên minên xweşdivî

Cihê xweşhalî û hêviyeke mezine ku hejmareke zêdeyê ji zarok û gedeyên gelê me li derveyê welat û henderan ji bo palpiştîkirina serbixweyî ya gelê me li vir da kombûne û destxweşiyê li we dikim û spasiya we dikim. Dengê we yê serbilind piştgermî û hêz dide xuşk û birayên we yên li Kurdistanê.

Îro mîlletê me li ber qonaxekî gelek hestiyar daye, li 25ê eylula pêş de referandûm tê kirin bo ku gelê Kurdistanê biryar li çarenûsa xwe bide û berev serbixweyî yê hengav bavêje.

Biryara referandûm biryara gelê Kurdistane, biryara hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistane û serweriyeke mezina dine li dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê da.

Referandûm armanc nîne, belku amrazeke ji bo gihîştina bi armancekî mezintir ku serbixweyî ye, eve jî tenê ji bo xelkê Kurd nîne, ji bo wan hemû netewe û olane ku li Kurdistanê da dijîn.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi merca şeraketê jiyanekî arezûmendaneya li gel dewleta Iraqê da hilbijard. Piştî sed sal beşa gelê Kurdistanê ji wê şeraketê êş û enfal û kîmyabaran û jenosayd û qîrkirinê bû. Hemû hewlên me yên li gel dewleta Iraqê bê encam bûn û ew mafên ku xweda bi mirov bexşiye ku jiyan û azadiye, ji me hatin zeft kirin, gelê Kurdistanê jî bindestî û pêvekiyê qebul nake, ji bo wê yekê ji niha de bi heman awayê medeniyane û demokratiyane xelkê Kurdistanê li ber dû bijarteyan da dibe, yan mayîna li gel dewletek da ku herdem hewla jêbirin û asîmîlasyonê dide, yan hengavên ji bo serbixweyî û serfiraziyê.

Ji bilî wan hemû êş û nehametiyên ku hikumetên Iraqê li ser Kurdistanê de anî, piştî rûxana rejîma Be'es Kurdistan hemû hewlekî xisteger ji bo binyatnana Iraqekî nû ya federalî û demokratî li ser bingeha şeraket û tewafuqê, lê belê hewldan hîç encamek nebûn, rêkkeftin hate kirin û lê binpêkirin, yasa hate derxistin û lê nehatin bi cîhkirin, îltîzam bi destûrê ve nehate kirin û binpêkirin, heta ku gihîşte wê yekê ku nanê xelkê Kurdistanê bibirin. Hê jî çanda înkarkirin û bi pêvekîdîtina gelê Kurdistanê baladeste. Çanda ku şeraketê qebul nake. Gelê Kurdistanê li mayîna li gel dewleta Iraqê bêhêvî bûye û êdî naxwaze ezmûna şikestxwariyên berê dûbare bike û neçar jî nîne heta hetayê paşko û pêvek bê û çavpoşî li mafên xwe bike.

Em daxwaza tiştekî asayî û yasayî dikîn. Gelê Kurdistanê dixwaze li rêya aştî û dûrî li tundutîjiyê bigihe mafên xwe û baştirîn peywendî li gel Bexda û cîranan û welatên navçeyê hebê. Armanca referandûmê gihandina peyam û daxwaza hemwelatiyên Kurdistanê bi cîhanê ku serbixweyî û aştiyê dixwaze. Ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê bikarê xwe biparêzê û li aştiyê da bijî û berev pêşve biçê, pêwîstî bi serbixweyî ye. Gelê Kurdistanê ji bo ku bikarê xwe ji şer û kêşeyên li gel Iraqê da biparêzê, divê xwediyê serweriya xwe bê. Ji bo wê yekê baştire Kurdistan û Iraq bibin dû cîranên baş heta kêşeyên mezintir li navbera wan de rû nede û êdî em her dû alî li gûman û metirsiyan de nejîn.

Azîzên min..

Mîllet raman û helwest û rêza xwe heye û divê ew derfet bi xelkê Kurdistanê bê dayîn ku biryara xwe bide û guzarişt li raya xwe bike. Heta ku dermana hemû êş û azarên xwe û heta ku mîsogerî û zamina ji bo dûbarenebûna karesatan eweye, berev serbixweyî hengav bavêjîn.

Şoreşên gelê me ji bo azadî û serbestî û serbixweyî yê bûye, gelê Kurdistanê li sed salê derbasbûyî de ji bo parastin û mayîna xwe qurbaniyên mezin da, we li hemû helkeftên neteweyiyan da roleke camêrane dîtiye, ji bo referandûma roja 25ê eylulê jî daxwazê ji we dikim erkên xwe yên niştimanî û neteweyî û demokratî encam bidin û bi hemû şiyanek ve palpiştiya serbixweyî yê bin, dengê we ji bo serbixweyî bê, hûn jî bi navê dawî hatina bindestî û hilhatina roja azadiyê, bi navê wefadariya ji bo xwîna şehîdên me, bi navê aştî û geşbûnê da, bi navê bextewerî ji bo nifşên nû û paşarojê.

Bijî Kurdistan

Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê

Mesûd Barzanî




SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 1229