Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê


KRP.org | |
17/10/2017
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê

Raya giştiya Kurdistan, Iraq û cîhanê

Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê li bin gef û zulmê da bûye û mafên wî hatiye binpêkirin. Li vê dîrokê de gelê Kurdistanê berevaniyê li nasnameya xwe kiriye û rastî jenosayd û komkujiyê hatiye ku ya dawî jî êrîşa dirindaneya terorîstên Da'îş bû li ser Kurdistanê û jenosayda Kurdên Êzîdî. Li gel eve jî gelê Kurdistanê herdem li rêya çareseriya aştiyane da hengav avêtiye û tu demekî me şer nexwestiye, belku şer li ser me da hatiye sepandin û ji bo mayîna me û gihîştina armancên me hemû hewlên me ji bo çareseriya aştiyane bûye. Armanca me ya serekî jî herdem asayîş û mafên gelê Kurdistanê bûye.

Hemwelatiyên xweşdivî

Ewê li bajarê Kerkûkê rû daye, encama biryara yek aliyane ya çend kesek li nav aliyekî siyasiya navxweya Kurdistanê bû, ku cara dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi wî awayê ku hate dîtin paşve vekişin û li encama vê paşvekişanê, bi bingeha hevdû têgihîştina li çawayiya belavbûna hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê hêla temasa berî destpêkirina operasyona azadkirina Musilê ya li 17.10.2016 li navbera Bexda û Hewlêrê bûye.

Cemawerê Kurdistanê piştrast dikîn ewê pêwîste û tê kirin, bi navê parastina destkeftên me û aramî û asayîşa xelkê da encam didîn.

Niha jî dakokiyê li ser parastina yekrêzî û xweragiriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasiyan dikîn û daxwazê ji dezgehên ragihandinê dikim bi giştî li çarçoweya hestkirina bi berpirsiyarêtiya neteweyî û niştîmanî muamele li gel rewşa hestiyara Kurdistan û Iraqê da bikin.

Gelê xweragirê Kurdistanê, cemawerê dilsoz û xwebexş, Pêşmergeyên qehreman, kesukarê şehîdên me yên serbilind, ew xwîna zarokên we li rêya azadiya Kurdistanê de bexşiye û îro jî her tê bexşîn, ew dengê zelala bilinda ku we ji bo serxwebûna Kurdistanê xistiye rû û we gihande hemû gelan û welatên cîhanê, rojek ji rojan bi vala naçê û bi valahî jî nadîn.

Gelê Kurdistanê bi hîmeta hêz û zarok û gedeyên qehreman zû yan dereng her digihe armancên xwe yên rewa û pîroz. Îro roja bawerbûna bi hêz û yekrêziya gelê me ye.

Mesûd Barzanî
17.10.2017





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 4444