Gotara Serok Barzanî ya li gel kesayetî û Serok hozên Rojavayê Dîcleyê


KRP.org | |
15/03/2015
Îro 15.03.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek kesayetî û Serok hozên Erebên Rebî'e, Zummar û Şengalê civiya û gotarekî pêşkêş kir ku eve jî naveroka gotara Serokê Herêma Kurdistanê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayên birêz şêx û kesayetiyên navçeyê

Germtirîn bi xêrhatinê li we dikim û spasiya qebulkirina daweta me û bi amadebûna ya vê hevdîtinê dikim.

Di destpêkê de dixwazim balê bikşînim li ser wê peywendiya dîrokiya di navbera Kurd û Ereb û dûpat li ser bi hêzbûna wê bikim. Ew peywendî bi tu awayekî yek ji reftarên rejîmên zalimên hikumetê yên yek li dawiya yekên Bexda bi bandor nebû. Belku gelê Kurd wê birayetiyê parast û tu demek jî hêviya xwe ji bo tolhildanê nebir êdî çi bi awayeke heremî yan jî takekesî bê, bi tenê ji wê dema derfet jî ji bo wî rexsa wê yekê nekir.

Her wiha min pê xweşe dûpat li ser wan prensîpan bikim ku baweriya me pê heye ku prensîpên birayetî û pêkvejiyanê û lêborînê û qebulkirina hevdû û ew prensîpên xweşî û pêşketinê ne ji bo her welatek ferahem dikim û asayîş û aramî ji bo hemwelatiyan pêktîne. Nabê bi tu awayekî rê bi kesên ji rê derketî û zalim bidîn her şerek li navbera şoreşger û xebatger û hikumet li dijî taqimekî tawanbar û tawankarê wekî Da'îş bike şerek li navbera her dû neteweyên Kurd û Ereb. Ji bo wê yekê erkê me û yê weye rê li rûdana van hewlan bigrîn. Hewla hikumetên berê yê Iraqê li vî derbarî de serî negirt û nekarî vê reftara tirsnak bi cîh bike û her kesek jî li pişt wan bê heman şikestê bi xwe ve dibîne.

Wekî dizanin birayên birêz bi dirêjahiya dîrokê xedrekî mezin li gelê Kurd kirine û siyasetên şaş yên hikumetên berê gelek car veqetinên mezin dirustkiriye. Lê belê li gel ewe jî gelê Kurd herdem prensîpên xwe û rêbaza pêkve jiyanê parastiye.

Gengeşeyên herêmî û navdewletî û siyasetên berê yê hikumeta Iraqê, hemû meseleyan bi awayeke gelek tirsnak alozkir. Gelek ji wê yekê ditirsiyam dema Kurd tûşî kîmyabaran û enfal û komelkujiyê bû. Bi taybetî li proseyên pêkanîna enfal, bi awayeke heremî hêvî bibe ber tolhildanê. Lê belê piştî raperîna bihara sala 1991 gelê Kurd herdem li ser bilindiyê ve reftarê kir ku neku her hêvî nebir ser tolhildanê, belku mîhvandariya serbazên wê artêşê kir ku yek ji serbazên artêşa Iraqê bûn û Kurdistanê wêran dikirin. Eve rewşt û ehlaq û lêborînî û bawerkirina prensîpên mirovayetiyê ne.

Niha em li demeke dijwar û nexweşiyekî gelek kuşinde dayîn, ew jî Da'îş e û ez bawerim hun zêdetirîn kes bûn ku ji destên wan yê tawankar ve zerermendbûn, navçeyên we tûşî wêrankariyê bû, hun jî şahidê wan reftarên paşketî û tirsnakên wanin ku bi tu awayekî nayê tehemul kirin.

Ez bawerim hinek li navçeyên we da demeke destbilind bûn û hun jî baştir dikarin nîşana xelk û cîhanê bidin ku çawa li gel we da muamele dikirin.

Hebûna Da'îş sedema xwe heye ku renge hinek bizanin û hinek jî nezanîn. Lê belê eger bi awayeke lojîkî temaşa reftarên Da'îş bikîn dipirsîn: Qada şer li ku bûn û çi navçeyek wêran kirin? Bêguman navçeyên sunnenişînên Iraqê û Suriye bûn.

Ew rêxistina tirsnake terorîstî çi pêşkêşî birayên sunne kir, ji bilî wêrankarî û têkdanê? Li vê rewşa niha û li sedsala 21 da, mehale mirov eve qebul bike li bin hukmekî zalimane da bijî bi taybetî li bin destê rêxistineke wiha tarîperest ku tu bihayek ji bo mirov danayne.

Ji bo wê yekê pêwîste sûd ji hemû ezmûnan werbigrîn, ezmûna hikumetên berê û ezmûna niha jî wê ezmûna nû ya têda derbas dibin. Spas ji bo xweda niha zêdetirê wan cihên ku li destê Da'îş da bûn hatine rizgar kirin û me jî pêwîstî bi we hemûyan heye Ereb û Kurd û Turkmen û Mesîhî û wekî min got pêwîste sûd ji ezmûnên berê werbigrîn bo ku peywendiyekî nû dabimezrênîn û hun jî bi aramî û bi kerameta xwe li navçeyên xwe da bijîn û ewe jî qebul nakîn tu kesek li dijî kerameta we rawestê. Kerameta we, kerameta me ye û îzeta we jî îzeta me ye û îzet ji bo xwedayê mezin e.

Mafê we hemûyan li jiyaneke azad li wan navçeyan da heye, bi kerameta xwe ve û erkê her yek ji wane rola xwe li gor pêgeh û şiyana xwe ji bo parastina asayîşa wan navçeyan de bibînin.

Birayan, tu welatek, navçeyek, bajarek, gundek, bi bêyî pejirandina asayîş û aramiyê nikarê bijî. Asayîş û aramî erkê me hemûyane ne ku dezgehek yan desthilatek. Em jî bi hemû hêzek ve kar dikin bo ku xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî navçeyên we bikîn û daxwaz li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikim hengavên kirdarî li ber bigre û heman tiştê daxwaz ji Hikumeta Federal jî dikim.

Pêwîste her hemwelatiyek ku vedigerê cihê xwe piştî azadkirinê hest bi wê yekê bike ku guhertineke bingehîn li jiyan xwe da rûdaye. Em û hun jî pêwîste kar ji bo pejirandina giyanê birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bikîn û li giyanê dijminkarane û vegerana li pey tolhildanê dûr bikevîn. Ez baş dizanim tawankar û terorîst û ewên palpiştiya wan kirin tawaneke xerab encamdan û hun jî wê tiştê baş dizanin. Lê belê nabê bi tawanê baca tawaneke din bidîn.

Ewên tawanê encamdan pêwîste bi awayeke yasayî baca tawanên xwe bidin. Ewên nedikarîn axaftin û fermana terorîstan redbikin û tu desthilatekî wan nebû, ew hemwelatî asayîne û nabê karê tolhildanê li gel wan da bê kirin û ew hemwelatiyên hevkariyê li gel Da'îş da redkirin û ku Da'îş hate têkşikandin li gel wan da neçûn, ewe pêwîste gelek bi keramet û azadiyê ve li navçeyên xwe da bijîn û hest bi kerameta xwe bikin. Lê belê ewên li gel Da'îş bûne yek dixwazim bi rûnî peyama min têbigihin. Ne mumkîne em rê bidin ew vegerin cihên xwe û çarenûsa wan heman çarenusa Da'îş dibe û tikayê jî li we dikim birayan şîretê li wan bikin ku li van navçeyan da mane pabendî giyanê birayetî û pêkvejiyan û hevdû qebulkirinê bin û pêkve hewla bunyadnana paşaroja xwe bin û pêwîste em hemû kar ji bo paşarojekî aram ji bo zarok û neviyên xwe bikîn û wan giriftan nebînin ku me dîtiye.

Tikayê li we dikim şîretê li wan bikin, bi taybetî ewên heta niha baweriya wan bi reftarên Da'îş û rêbaza wan heye rê nadîn wan navçeyê bi cîh bihêlin û li gel Da'îş biçin. Her yek ji wan jî bimîne û karê sîxurî û rênîşanderê bike û bi her awayekî hevkariya Da'îş bike bi tu awayekî li gel wan hêsankariyê nakîn.

Hêvîdarîn ev peyam bi rûnî bigihe wan û hun baş wan têbigihînin ku em dixwazin bi xweşî û aramiyê bijîn, bi birayane û pêkvejiyanê wan navçeyan ava bikîn û ne mumkîne rê bidîn tu kesekî êrîş û hereşeya we bike û her kesek li her netewe û ol û mezhebek da bû li gel Da'îş hevkar bû bêguman wekî tawanbariyê ceng muamele li gel wan da têkirin.

Spas ji bo xweda we dît ew navçeyên we çawa hatin rizgar kirin û bêguman ew rêxistina terorîstî hîç hebûna xwe nabê. Lê belê ewqas jî em ne kêmbînin û bi serkeftina serbazî dilxweş bibîn û qonaxa piştî wê piştguh bixîn. Dibe ku xwedê neke rêxistinên tirsnaktir dirust bibê. Ji bo wê yeyê divê herdem li amadebaşiyê da bîn ji bo berengarbûna her rêxistineke bi vî awayî. Ji ber ku dijmin gelekin birastî û ew dema em yekgirtî bîn dijmin her çi bikin nikarin têkevin nava me. Bi berevajî jî eger yekgirtî nebîn wê demê divê tenê gileyiyê li xwe bikîn neku xelkekî din.

Her kesek li Herêma Kurdistanê da bîjî divê azad bê li hilbijartina ol û mezheb û aliyê siyasî bi bêyî çavpoşiya întîmaya neteweyî. We dît Da'îş çawa misilman û mesîhiyan azar da û hemû tiştekî bi mizgeft û kilîse û wan hemû cihên xwedaperestiyê her wiha gora pêxemberan jî wêran kir.

Gelek balkêşe piştî wan reftaran ew xelk çawa li gel Da'îş da ma, çawa dikarê tu li gel kesek bî gora pêxemberan têkbide. Wan dîrok û şaristanî û mirovayetiyê wêran kir li Musil li Nemrûd û Hezer û cihên din jî, her ciheke din jî destê wan gihîştibe ne mirovayetî ne dîrok, tu tiştekî peywîst bi mirovayetiyê nema.

Me ders û pendekî baş ji wê ezmûnê wergirt, bi wê yekê nabê carekî din rê bi valahiyeke li wan navçeyan bidîn bo wan navçeyan û divê li gel hemû birayên din hemû hewlek ji bo wê mebestê bidîn û tu tişteke dû dil nabîn ji bo rizgarkirina cihên dinê bin destên wan.

Ewê bi me dihate kirin me kir û niha jî gelek cihên dinê ser bi Herêma Kurdistanê hatin azadkirin û em amadene li gel dostên me yên din jî hevkar bîn ji bo rizgarkirina navçeyên din.

Dûpat dikim paşaroj ji bo wan kesên ku xwazyarê xêrêne ne ku têkdanê.

Ez spasiya we dikim û carekî din jî daxwazê ji we dikim hevkarê me bin ji bo çespandina giyanê pêkvejiyanê û vê navçeyê û hemû Iraq pêkve bi wê giyana lêborîniyê û birayetiyê binyad binîn.

Xweda pişt û penayê me bê û wesselemun aleykum we rehmetullahu webereket

Ji bo temaşe kirina videoya vê gotara Serok Barzanî ji kerema xwe li ser vê lînkê bitikînin.​





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 2288