Azadiya Rojnamevanî
KRP.org |
|
|
Azadiya Rojnamevanî Li Herêma Kurdistana Iraqê.
Li destpêka raperîna sala (1991) ê ve çendîn rojnameyên fermî û serbixwe li Herêma Kurdistana Iraqê de û bi taybetî jî piştî azadkirina Iraqê li sala 2003 ê ve derdikevin.
Azadiya belavkirin û raderbirînê li Herêma Kurdistanê de, bi yasayekî taybetî de hatiye rêkxistin. Li ser wê yekê jî Herêm ji bo binyatnan û pêşxistina rojnamevaniya azad û pîşeger rêyekî dûr û dirêj li pêşe. Lê belê me hengavekî girîng ji bo arastekirina rojnamevaniyê de berev rêya dirûst avêtiye.
Li eylûla sala 2008 Parlemena Herêma Kurdistanê yasaya parastina mafê rojnamevaniyê pejirand û bingehekî ji bo rojnamevaniya azad û pîşeger hate holê. Armanca vê yasayê garantîkirina azadiya zêdetirê rojnamevaniyê û têda li hember doxa navxerakirin jî sizaya zîndanîkirina rojnamevan û sepandina xerameya zêde û daxistina rojnameyê rakiriye. Ew sizaya ku li xêra yasaya kevina serdema rejîma ji nav çûyî da kar pê dihate kirin.
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê yek ji wan kesayetiya ye li nav dakokîkirina rojnamevaniya azad û serbixwe û çendîn caran daxwaz pêşxistina rojnamevaniyeke azad û pîşeyî kiriye ku bi awayeke etîk û exlaqiyata rojnamevaniyê bike û nerîtên hestiyar û çanda civatê jî li ber çavan bigire.
Li demên civînên li gel şandekî lîjneya parastina rojnamevanan ya ku li adara 2008 li Selahedînê hatibû encamdan, Barzanî careke din bîr û raya xwe bi bingeha pêdana azadiya zêdetir ji bo rojnamevanan dûpat kiriye, û rêzdar amajeya bi wê yekê daye ku berê proje yasaya azadiya rojnamevaniyê vegerandiye parleman ji bo ji nû ve çav bi hinek kot û sizayên hatibûn danîn ku ji nav yasayê da bête kişandin û rêzdar got: "Vegerandina proje yasayê ji aliyê min ve bo Parlemen belgeya wê yekêye ku em azadiyê ji bo rojnamevanan dixwazin, em naxwazin kot û bend li ser rojnamevanan bête danîn û heman demî de rojnamevan jî li serê pêwîste bi bingeha pîşeya xwe ve girêdayî be. Divê vê jîngehê ji bîr nekîn ku têda dijîn û wê çanda me ya hatibû çewsandin jî li bîra wan bê ku rejîma bees peyrew dikir ku mixabin asewariya xwe li ser civata Kurdî da hê jî bicîh hiştiye".
Her wiha Serok got: "Rojnamevaniya me belave ji pîşeyekî birêz û sengîne û pêwîste li ser rojnamevan jî rêz li vê pîşeyê bigirin û rê bi xwe nedin ji bo bicîhkirina acandayekî diyarî kirî wekî amrazekî bêne bikaranîn, li rêgirtina li hember navxerakirina dijî bi hinek xelkan, rojnamevan azade rexne li hinek kesan bigrê, lê belê pêwîste rexneyên avakirinê bin neku rexneyên xerakirinê".
Li dawiya hevdîtina li gel nûnerên rojnamevanên li Herêma Kurdistanê li eylula 2008, Serok Barzanî got: "Ez bi tevahî li gel azadiya rojnamevaniyê me, lê belê eve nayê wê wateyê ku rojnamevanî mafê ewên din jî binpê bike".
Her wiha dibêje: "Kanalên ragihandinê rolekî xwe yê karîgerî heye li proseya siyasiya navçeyê da. Divê rexne bigirin, lê belê rexne pêwîste bi belge ve bin. Pêwîste amrazên ragihandinê li Herêma Kurdistanê de bigihin astekî bilindtir hevşanbûna li gel pêwerên navdewletiyên rojnamevaniyê bi navê xizmetkirina xelk û heta wekî ku bibine pirek jî di navbera gel û hikûmetê bo lêpêçînêve li lêpirsînan, bo ku li ruyê bi destxistina zanyariyên hûr û hevseng xelk pişt bi rojnamevaniyê bête girêdan ".
|
|