Îro Çarşemê 14.10.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê pêşwaziya Xatûna Gwendolyn Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.
Di vî warî de, herdu alî li ser pêwîstiya yekrêziya navxweyî û xebat û lezkirina pengavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevnêrîn bûn.
Çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê li ser bingehê destûrê û parastina aramiyê, ligel dawîn pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên navçeyê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû.