Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 13.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Jako Birindz Konsulê Giştî yê Şahnişîna Hollandayê li Herêma Kurdistanê kir ku, bi hekkefta bi dawî hatina erkê wî ya li Herêma Kurdistanê û ji bo xatirxwestinê serdana Serok Nêçîrvan Barzanî kiribû.
Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya rol û erkê Konsulê Giştî yê Hollandayê li Herêma Kurdistanê kir û hewlên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re bilind nirxand û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Birêz Konsulê Giştî yê Hollandayê kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî jî kir ji bo hevkarî û piştevaniya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê û dupat kir ku welatê wî dixwaze hevkariyên hevbeş û peywendiyên di hemû waran da bi Kurdistanê re pêş bixe.
Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê mijareke din ya hevdîtinê bû û Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku dê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku proseya dengdanê û hilbijartin bi awayekî serkeftî birêve biçe. Konsulê Giştî yê Hollandayê destxweşiyê li Serokê Herêma Kurdistanê û hewlên wî yên ji bo lidarxistin û serkeftina hilbijartinan kir.