Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Şêx Cefer Şêx Mistefa

Şêx Cefer şêx Mistefa li 01.07.1950 ê li devera Qeredaxê, ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve jidayk bûye. Di jîyê 19 saliyê da peywendî bi hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dike û jiyana xwe ji bona xebata şoreşgêrî terxan dike û gelek pile û berpirsiyaretiyên leşkerî di nav rêzên Yekêtiya Nişitmaniya Kurdistanê da werdigre.

Di serhildana sala 1991ê da, li baskê Derbendîxan-Xaneqîn, roleke ber bi çav dibîne û paşî dibe berpirsê hêzên Hewlêr û Koye.

Di xula yekem ya parlementoya Kurdistanê da dibe endamê parlementoyê û paşî li îdareya Silêmaniyê dibe birîkarê wezîrê pêşmerge û berpirsê Fermandariya Fermandeya Silêmaniyê werdigre.

Di dema şerê dijî terorîstên (Endsarulîslam) da, sala 2002ê, li ser daxaza serok Mam Celal dibe berpirsê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê. Piştî yekgirtina her du îdareyên Silêmanî û Hewlêrê, şêx Cefer şêx Mistefa dibe wezîrê pêşmerge û di heman demê de ew perpirsê hêzên yekîneya 70 bû.

Sala 2014ê yek ji bandortirîn serkirdeyên şerê dijî terorîstên da’îş bû û di dema fermandarîkirina hêzên pêşmerge da dijî da’îşe bi dehan dastanên qaremanane û serkeftinan tomar dike.

Şêx Cefer şêx Mistefa di 08.09.2019ê da, wek cîgrê serokê Herêma Kurdistanê û cîgrê Fermandariya giştiya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dest bi kar dike.

Di warê stratejîk da digel hêzên Hevpeymanan beşdarekê serkeye di prosesa yekxistin û yekgirtina hêzên pêşmergeyê Kurdistanê wek supayekê sereke yê Herêma Kurdistanê di bin fermandariya wezareta pêşmerge