- Fewzî Franco Toma.
- Sala 1958ê li bajarokê Herîr, parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye.
- Master bi Endezyariya Eliktronî û Elektrîkê li Zanîngeha Metropolitan, Manchester, UK sala 1997ê.
- Sala 2003ê dibe Rêveberê Ofîsa Wezîrê Derve yê Iraqê
- Sala 2005ê dibe Parlamenterê Parlamentoya Iraqê.
- Sala 2006ê dibe Wezîrê Pîşesazî û Madenên Iraqê.
- Sala 2011ê dibe Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê.
- Sala 2013ê dibe Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê.
- Ew ji malbateke Aşûrî ya Kurdistanê ye.
- Dijberê rejîma Beis a Iraqê bû, lewma koçberî Îranê dibe û piştre berê xwe dide Brîtanyayê.
- Kur û keçek wî hene.
- Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Farisî dizane.