2020-05-14T16:46:56.000000Z
Li salvegera pencih û heşt saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê da, germtirîn pîrozbahiyê li Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û tevahiya mamostayên Kurdistanê dikim. Ji bo wan hêviya serfirazî û serkeftina berdewam dixwazim. Bi rêz û pêzanînê ve li hewl û keda wan û li xebat û qurbanîdan û têkoşîna wan ya ji bo perwerdekirin û pêgihandina nifşên Kurdistanê dinêrîn.
Mamostayên Kurdistanê li serdema şoreş û azadiyê da jî herdem pêşengane, rolekê diyar û mezin li perwerdekirin û pêgihandina take kesê Kurdistanê da dîtine û dibînin. Li aloztirîn û dijwartirîn deman de jî destê xwe ji erk û peyama pîroza perwerdeyî û fêrkariyê hilnegirtine û tu demekê nehiştine gedeyên Kurdistanê, bê xwendin bimînin.
Mamosta ku yek ji girîngtirîn çîn û sitûna serekiya pêşketina hemû civakê ne, bi piştrastiyê ve hêjayî jiyan û guzeraniya baştirin û li vê bîranînê de hemû piştgîriyek ji bo mafên wan dûpat dikîn. Spasiya wan dikim, destê wan yê kedkar diguvêşim û pîroz û rûmet bê bîranîna damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.05.2020