Em bi tundî wan êrîşan şermezar dikin ku berbanga îro Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî û cihê hewandinê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kirin armanc. Ev êrîş bi temamî hatine redkirin û pêşketineke metirsîdar in.
Em daxwazê ji hikûmeta federal dikin berpirsiyariya xwe û pabendbûna xwe ya destûrî di parastina ewlehî û aramiya welat de bicih bîne bo ku ev destdirêjî careke din dubare nebin.
Parastina serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, berpirsiyariyeke hevbeş e û divê hemû kes ji bo aramkirin û nehiştina aloziyan bixebitin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/08/2026