Pêşwaziyê li çalakkirina Parlemena Kurdistanê dikim. Parlemen saziya herî bilind a nûnertiya îradeya tevahiya gelê Kurdistanê ye, pêwîst e hemû hêzên siyasî bi awayekî çalak tê de beşdar bibin û bi giyanê berpirsiyariya niştimanî nakokî û cudahiyan li wir çareser bikin.
Hêvîdar im ev pengav alîkar û hander be ji bo derbaskirina rewşa binbestiya siyasî û rexsandina zemînek baştir bo lihevhatin û hevkariya zêdetir di navbera hemû aliyên siyasî de.
Teqez dikim ku diyalog, lihevkirin û hevbeşiya di navbera hemû hêzên siyasî de, bingeha derbaskirina nakokiyan û rûbirûbûna astengiyan e, aramiya siyasî û parastina saziyên Herêma Kurdistanê jî berpirsiyariyeke hevbeş e û dikeve ser milê hemûyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.11.2026