Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiya

2020-06-20T15:36:19.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro şemî 20.06.2020 li Bexda birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya.

Li civînê de her dû alî tîşk xistin li ser rewşa siyasî û aboriya Iraqê û encamên pejika virusa Korona û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û hemahengiya hemû aliyên Iraqiyan ya ji bo derbaskirina qeyranan kir.

Destbikarbûna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqa Federal ya bi Serokayetiya birêz Mistefa Kazimî û kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û diyalog û hewlên ji bo çareserkirina wan li ser bingeha destûrê, mijareke dinê civînê bû.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federal li çarçêweya destûrê da kir û balkişand li ser girîngiya rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û çareserkirina kêşeyan kir.