2019-10-07T17:53:13.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe yên li ser rewşa Kurd li Sûriye, daxwaz ji birêz Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya kir welatê wan li gel civaka navdewletî li niha û paşaroja Sûriyê de hevkarî bikin ji bo parastina mafên Kurd li wî welatî. Her wiha spasî Serok Putin û Rûsya kir ku di demên dijwar da hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê kirine û spasî serdana birêz Lavrov kir û vê serdanê bi nîşana piştgîriya li Herêma Kurdistanê da zanîn.
Êvariya îro dûşem 07/10/2019 li Hewlêr, li civînek da li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Lavrov berdewamiya piştgîriya Rûsya ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda û diyaloga çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê derbirî.
Rêzdar Lavrov spasî Herêma Kurdistanê kir ji bo wê derfeta ku bi kerta taybet û kompanyayên Rûsiyan hatiye dayîn heta veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin bi taybetî jî li kerta uze û enerjiyê da. Her wiha berdewamiya hevkariya welatê xwe jî ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê li berevanîkirina terorê de dûpat kir.
Li civînek da ku birêzên Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda li gel birêz Wezîrê Derveyê Rûsya amade bûn, her dû alî pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Moskow, metirsiya serhildana terorê li Iraq û navçeyê, pêşhatên dawî ya navçeyê bi giştî, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çend pirsekî din guftûgo kirin.