Wezîrê Derveyê Tirkiye sersaxiyê li Serokê Herêma Kurdistanê kir

News
- 19 November 2020

Êvariya îro pênçşem 19/11/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyekî telefonî ji birêz Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiyê ve pêgihişt.

Têda birêz Çavuşoglu ji bo koça dawiya xwedê jêrazî Dr. Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê, sersaxiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û malbat û kesukarên xwedê jêrazî kir û hevxemiya xwe ji bo ji destdana wî derbirî.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî ji bo peywendî û hevxemiya wan spasî birêz Wezîrê Derveyê Tirkiyê kir.