![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2020/07/NB-Bavel-Talebani1-26-7-2020.jpeg)
2020-07-27T07:47:31.000000Z
Êvariya îro yekşem 26.07.2020 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, mîhvandariya civîna hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê kir.
Li civînê de ku bi amadebûna birêz Bafil Talebanî Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêve çû, her du alî li keşuhewayeke erênî û dostane da, bi eşkere kêşe û giriftan û rewşa Herêma Kurdistanê û peywendiya du aliyan guftûgo kirin.
Dakokiyê li ser zerûreta peywendiya di navbera Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) kirin ku bi taybetî û hemû aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê bi mebesta çareserkirina kêşeyan û parastina yekrêzî û tebayî ku zerûreteke vê qonaxa hestiyare ji bo rûbirûbûna vê rewşa giran li encama pejika Korona û qeyrana darayî û kêşeyên din da ku li ser Herêma Kurdistanê da hatiye.
Li civînê de dûpat li ser zerûreta berdewamiya guftûgoyên di navbera her du aliyan kirin ku armanca wê çareserkirin û zalbûna li ser kêşeyan da û sivikkirina wê barê girane li encama kêşe û qeyranan ketiye stûyê welatiyan. Her wiha dakokiyê li ser pabendbûna bi rêkeftinên di navbera her du aliyan û palpiştiya sazî û damezraweyên Herêmê û karê hevbeş li Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

![](/uploads/old_images//2020/07/NB-Bavel-Talebani-26-7-2020-1024x473.jpeg)