![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2020/01/NB_Adir-Abdulmehdi-11-1-2020.jpeg)
2020-01-11T06:46:43.000000Z
Birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê, tekez kirin ku Iraq nekin qada gengeşeya hêzên herêmî û navdewletî. Her wiha peywendiyên Iraqê li gel welatan li ser bingeha berjewendiya hevbeş û rêzgirtina li serweriya Iraqê bê û hemû alî pêkve kar bikin ji bo zêdetir aloztir nebûna rewşê û vegerana aramiyê û berjewendiyên Iraqê jî ewlewiyeta hemûyan bê.
Berî nîvroya îro şemî 11/01/2020 piştî wê yekê ku birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Karbirêkerê Iraqê bi serdanekê gihîşte Hewlêrê û ji aliyê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin, her dû aliyan civiyan.
Li kombûnê da rewşa Iraq û encamên dawî yên rûdan û pêşhatên destpêka sala nû ya li Bexda û girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îran û xwepêşandanên Iraqê û peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran û kêşeyên Hewlêr û Bexda û diyaloga çareserkirina wan guftûgo kirin.
Girîngiya berdewamiya hevkarî û piştgîriya civaka navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da û metirsiyên serhildana terorê û tevgerên terorîstên Da'îş li Iraqê û bi taybetî jî li navçeyên di navbera Pêşmerge û hêzên çekdarên Iraqê, babetekî dinê vê civînê bû ku têda her dû alî tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.

![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2020/01/NB_Adir-Abdulmehdi1-11-1-2020-1024x658.jpeg)
![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2020/01/NB_Adir-Abdulmehdi2-11-1-2020-701x1024.jpeg)
![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2020/01/NB_Adir-Abdulmehdi3-11-1-2020-1024x720.jpeg)
![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2020/01/NB-Adir-Abdulmehdi4-11-1-2020-1024x672.jpeg)