2019-11-23T14:30:42.000000Z
Birêz Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka spas û pêzanînên welatê xwe yê ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir ku rolekî bi bandor li şerê dijî Da'îş da hebû. Her wiha pesnê pêkvejiyan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyan û hewandina koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û silav û rêzên xwe û îdareya Amerîka jî pêşkêşî bi kesukarên şehîdên şerê dijî terorê û Pêşmergeyan kir.
Êvariya îro şemî 23/11/2019 li Hewlêr birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîkayê kir.
Li civînê de ku rêzdar Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîr û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, birêz Pence pabendiya Amerîka ya ji bo berdewamiya peywendiyan û hevkarî û piştgîriya li Herêma Kurdistanê wekî hevpeymanekî Amerîka li çarçêweya Iraqê da dûpat kir û xweşhalî û piştgîriya welatê xwe ya berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgo û hewla çareserkirina kêşeyan nîşan da.
Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Amerîka, spasî Amerîkayê kir ku li şerê dijî Da'îş da piştgîriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku bêyî piştgîriya Amerîka ew serkeftina li ser Da'îş da pêknedihat. Her wiha serdana birêz Cîgirê Serokê Amerîka ya di vê demê de nîşana piştgîriya li Iraq û Herêma Kurdistanê da zanîn.
Li civînê de rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekî dinê ji aliyê her dû aliyan ve girîng bûn hatin guftûgo kirin.