2019-07-15T07:59:11.000000Z
Naveroka gotara birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li rêwresma vekirina Pêşangeha kar li Hewlêr 15.07.2019
Rojbaş!
Xort û lawên delal!
Amadebûyên birêz!
Hûn hemû bixêrhatin!
Xweşhalim li gel we yên birêz beşdarî li pêşangeha îsal dikim ku salan Dezgeha Rwange li çarçêweya projeya Rwange Foras da encam dide. Pêşangehên kar li cîhanê, girîngiyeke xwe yê mezin heye. Têda karxwaz, ewên li dûv kar da digerin û karsazin jî hevdû peyda dikin û her dû alî sûdmend dibin. Karxwaz bi peydakirina kar û destpêkirina jiyan û ezmûn û destpêkeke nû, karsaz jî bi peydakirina karxwazên jêhatî ku valahî û pêdiviyên wî yên kar pir dike.
Cihê xweşhaliyê ye îro ji Kek Abdulselam Medenî dibîhîsim projeya "Rwange Foras" îsal wiha kiriye zêdetirê (150) kompanya bikarin li vê pêşangehê da beşdar bibin ku navê ber bi çav yê bazar û aborî, civaka medenî li ser asta navxweyî û derve, zanîngeh, xwendingeh, dezgeh û damezrawe, kompanyayên warê uze û enerjî, peywendî û gihandin, bazirganî, warê geştiyarî û warên din li xwe digre. Heta niha ewê ku kek Abdulselam behs kir, zêdetirê (1.700) derfetên kar jî ji bo xortên karxwaz li vê pêşangehê de direxsênê. Destxweşiyê li we dikim, hêvî dikim berdewam bin û serkeftî bin ji bo wan û ji bo karxwazan.
Hemû derfetekî kar tenê ji bo yek kes jî bê, karekî girînge. Hêvî û jiyan, destpêk û ezmûnekî nû ji bo kesek, ji bo malbatek desteber dike. Girêdayîbûna bi niştiman ve û xweşdivî û evînî û hezkirina axê jî bihêztir dike. Kar, tovê hêvî û hêza bexwedan û rûbirûbûna gefên jiyanê, li dilê mirov da diçîne. Kar, bawerî û bi xwe piştrastbûn û kesayetî û xewna mezin li civakê de dirust dike.
Birêzan!
Lawên delal!
Li piştî sala 2003 ve Herêma Kurdistanê qonaxekî mezin ya avadankirin û binyatnana jêrxanê û berev pêşveçûna aboriyê bi xwe ve dît. Bi dehan hezar derfetên kar li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê li warên cûda de dirust bûn. Li vê demê de rû û sîmaya Herêma Kurdistanê bi tevahî berev baştirbûnê gûherî. Eger şerê Da'îş û qeyranan nebûya, bêguman rewşa welatê me li hemû rûyek ve îro baştir dibû. Kar û peydakirina derfeta kar ji bo sedan hezar kesên din bi leztir û hêsantir dibû.
Welat ku tûşî şer û qeyranan dibin, wiha bi hêsanî nayên serxwe. Bandor û encamên xerap ya şer û qeyranê, heta demeke dirêj dimînin. Li vir jî ji bo ku ew rewş bikevê ser rêya xwe, plan û kar û hewl û ked û xebat dixwaze. Niha ku Herêma Kurdistanê li qonaxekî nû daye, berev paşarojeke baştir hengav davêje. Ez piştrastim rewşa aborî baştir dibê, bazar geş dibe, derfeta kar jî ji bo xort û lawên Kurdistanê zêdetir dibê. Ji bo eve jî me pêwîstî bi xwe rêxistin û amadekariya ji bo qonaxa paşaroj û dahatûyê heye.
Ezmûna welatên pêşketî dane xûyakirin ku peydakirina kar, tenê erkê Hikûmetê nîne û kertê giştî nikarê hemû derçûyên zanîngeh û peymangehan bixe kar. Kerta giştî û kerta taybet û civaka medenî, dikarin pêkve hevkar û hemaheng bin, heta ku zêdetirîn derfetên kar dabîn bikin. Pêwîste li Herêma Kurdistanê ew sê kert bi pêkve baştir hevkarî û hemahengiyê bikin. Divê plan û mekanîzmên hevbeş hebê, ji bo ku her sê bi baştirîn awayî, beşdarî li rastkirina rewşê da bikin.
Pêwîste her sê desthilatên siyasî û aborî û kargêrî, pêkve kar bikin. Plan û rewange û karên xwe yên hevbeş hebê, bo ku karubarên civakê li hemû waran da baştir bê kirin û welat berev pêşxistina zêdetir bibe. Xwendina pîşeyî li qonaxa amadeyî û li zanîngehê jî, divê girîngiya zêdetir pê bê dayîn û bersîva bazara kar û pêdiviyên Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa niha û qonaxên paşarojê da bide.
Xort û lawên xweşdivî!
Hûn jî divê destpêkeke nû ya li bîrkirinê destpêbikin. Bîrkirinên nû bikin erkekî xwe yê ciddî. Divê bîrekî ciddîtir li kar û dahênanê de bikin. Divê kar bikin û hewl bidin ji bo pêkanîna hizr û bîrên nû. Bîr li kêşe û pêdiviyên civakê bikin. Hewl bidin bizanin çawa têne çareser kirin? hûn dikarin "bîr bikin" û "bîr bikin" heta li encamê da bikarin bibin dahênerê karek ji bo xwe û ji bo dehan lawên wekî we. Bîrkirina li çawayiya dabînkirina pêdiviyan destpêk û maka dahênane.
Raste we xort û lawan, daxwaz û xewnên mezin heye, mafê we ye we daxwaz û xewnên mezin hebê. Mafê we ye jiyanekî baştir bijîn û pêdivî û daxwazên xwe pêkbînin. Lê belê divê eve li bîra we bê ku rêyên gelek dûr jî, bi hengavê yekem destpêdike. Hûn destpêka nû ya temena jiyan û karê ne. Tu demekî ji bîr nekin ku hîç xewnek li şev û rojek da nabê rastî. Xewnê pêve bibînin, hêvî li ser ava bikin, lê belê ewe nediruste li roja yekem ve çavê te li karekî mezin bê. Nabê tu wiha bawer bî ku divê li roja yekem da te pileyekî bi bandor û mezin hebê.
Îro, bi karekî asayî qebûl bike, bi nermî û bi sadeyî dest bi karek bike. Erkekî li asta temen û xwendin û şiyana xwe da bigre stû. Razîbe bi derfetek ku îro ji bo kar destê te dikevê, hewl bide û baş li ser karê xwe raweste. Dahênanê têda bike, ezmûn û şarezayî bi dest bîne, paşê dibînî çawa hengav bi hengav berev serkeftin û pêkanîna xewna xwe de hildikişî. Dibînî çawa rêyên dûr, hêdî, hêdî nêzîk dibin.
Ewên bi lezin û dixwazin li şev û rojek da bigihin hemû tiştek, nikarin serkeftî bin. Serkeftin bi ezmûn û taqîkirinê ye. Bi ezmûna ketin û şikestin, bi rabûn û hilsan û berdewamî ye ji bo serkeftin. Dem û ked û xebat û şevnixûnî pêwîste. Hewldan û berxwedan û lixwebihûrîn, mikurî û radestnebûn dixwazê. Serkeftin û birastîkirina xewnan, bi fêrbûne ji şaşiyên berê, tu bi xwe hewl bide, li pey kar da bigere. Vî karî û wî karî taqîbike, heta tu bi xwe li wê karê da peyda dikî ku piştrastî têda serkeftî dibî. Karekî ku tu xwe pê bidî xûyakirin û selmandin û hêvî û wate bi jiyanê bibexşê.
Birêzan!
Xort û lawên delal...
Me li Herêma Kurdistanê li qonaxên gelek dijwar û aloz birêkir, lê belê bi hêviyê ve rûyê me bi paşarojeke baştire. Paşarojek ku jiyanekî baştir û derfetên karê zêdetir ji bo lawên wekî we dabîn dike. Paşarojek ku hûn law û nifşa me ya îro û sibê axaftinên yek alîker têda dikin. Erkê binyatnan û berev pêşvebirin û birêvebirin û parastinê dikevê stûyê we xortên delal. Ji bo wê yekê bi her karek ku îro destpêbikî, tu bi xwe ji bo wê paşarojê amade bike. Bizanin ku paşaroja vî welatî li destê we daye.
Dixwazim, li dawiyê de pîrozbahiyê li wan hemû xortan dikim ki vê pêşangehê da şansa derfetekî kar bi dest ve tînin. Hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Ji bo wan kesên ku vê carê û li vir şansa bidestanîna derfeta karekî nebê, bila bêhêvî nebin, berxwebidin û bi giyanekî lawane li pey derfetekî dinê kar da bigerin. Gihîştina bi xewn û armanc, berdewamî û berxwedane.
Spas û pêzanîn ji bo hemû sponseran û hevbeşên vê pêşangehê li kompanya û dezgeh û rêxistinên navxweyî û navdewletî ku derfeta kar ji bo lawên Kurdistanê dabîn kiriye. Spas û pêzanîn ji bo Wezareta Alîkara Aborî û Pêşxistina Almanî BMZ û Dezgeha GIZ ya Almanî ku ji bo vekirina vê pêşangehê, hevkariya projeya Rwange Foras kirine.
Spasî wan hemû hevkariyan jî dikim ku li Herêma Kurdistanê da piştî qeyrana darayî û hatina nêzîkî du milyon koçberan ji bo Herêma Kurdistanê, Dezgeha GIZ a Almanî li Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye, dixwazim li vir spasiyeke taybet ji bo wan bikim.
Spas ji bo Dezgeha Rwange û ji bo wan hemû kesên ku li vê karê da keda xwe dane. Hêviya derfeta karên zêdetir ji bo lawên xweşdiviyên Herêma Kurdistanê û rojekî xweş ji bo we yên birêz jî hêvî dikim.
Hûn hemû bixêrhatin.
Gelek spas.