Îro bîranîna bi êş a 38 saliya tawana Enfala Behdînanê dikin ku ji 25'ê Tebaxê heta 6'ê Îlona 1988'an di qonaxa dawî ya pelên Enfalê de, rejîma wê demê ya Iraqê xelkê sivîl, av, ax, hewa û jîngeha devera Behdînanê bi çekên qedexekirî kir armanc. Di vê bîranînê de, bi rêz û rûmetê ve bîranîna hemû şehîd û qurbaniyên Enfala Behdînanê û hemû Enfalkiriyên Kurdistanê dikin û serê rêz û rûmetê li ber giyanê wan ê pak de ditewînin.
Enfal tawaneke mezin a dijî mirovahiyê bû ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê ve wek tawana jenosîd, tawana şer û tawana dijî mirovahiyê hatiye naskirin. Ji ber vê yekê di vê bîranînê de daxwaza xwe ji Hikûmeta Federal a Iraqê dupat dikin ji bo qerebûkirina madî û manewî ya malbatên qurbaniyên Enfalê û hemû qurbaniyên tawanên rejîma berê li Herêma Kurdistanê, hevdem divê hewlên me ji bo nasandina Enfalê li ser asta navdewletî wek jenosîd berdewam bin.
Divê dîroka pir bi tawan û wêrankirina rabûrî bibe pend û derseke herdemî ji bo Iraqê da ku rê li ber dubarebûna her cure sîtemkarî û binpêkirinekê bê girtin û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan parastî bin. Di vê navê de jî, tekez li ser xurtkirina tebâyî, yekrêzî, pêkvejiyana aştiyane û bihêzkirina hevkariya di navbera hemû aliyên siyasî de dikin da ku bikaribin paşerojeke aram û ewle ji bo gelê me mîsoger bikin.
Silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Behdînanê û hemû şehîdên Kurdistanê. Her dem bi rêzgirtin û rûmetê ve helwesta niştimanî û mirovdostane ya xelkê Hewlêr û derdorê bi bîr tînin ku di rojên dijwar ên Kampa Cêjnîkanê de bi hawara lêqewimiyên Behdînanê ve çûn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.08.2026