
Îro, em bîranîna bi êş a 37 saliya operasyonên bednav ên Enfalê dikin ku sala 1988an ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve pêk hatin û tê de zêdetirî 182 hezar zarok, jin û mêrên gelê Kurdistanê bûn qurbanî. Enfal yek ji tawanên herî hovane yên jenosîdê yên dîrokê bû ku hê jî bandorên êşbar ên wê di wijdan û bîreweriya gelê me de amade ne.
Di vê bîranînê de, em bi rêz û rûmeta bilind şehîdên Enfalkirî bi bîr tînin û silavî malbat û kesûkarên xweragirên wan dikin. Em tekez dikin berpirsiyariya yasayî û exlaqî ya Hikûmeta Federal a Îraqê heye ku kesûkarên Enfalkiriyan ji hemû aliyan ve, qerebû bike. Pêwîst e biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê pêk bîne ku Enfal wek tawana jenosîdê û tawana dijî mirovahiyê nasandiye.
Em tekez dikin ku hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê dê kar bikin ji bo pêşkêşkirina piştgirî û çavdêriyê ji malbatên şehîdan re û avedankirina herêmên Enfalkirî û dîtin û vegerandina termên wan ji bo welat, herwiha emê hewlên xwe berdewam bikin ji bo bidestxistina naskirina navneteweyî ya tawana Enfalê wek jenosîd.
Qeware û destkeftên Herêma Kurdistanê, berhemê qurbaniyên şehîdan in. Di vê bîranînê de, ji bo parastina mafên me yên destûrî û avakirina pêşerojeke baştir a tije dadperwerî û aştî ji gelê Kurdistanê re, em tekezê li ser yekîtî û bihevrebûnê dikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/4/14