Yekê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, bi germî li hemû karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên wan pîroz dikim. Bi rêz û pêzanîneke zêde li ked û westiyana wan dinêrim ku roleke wan a aktîv a pêvajoya avakirin û geşepêdana welêt heye.
Di vê bîranînê de, careke din em tekeziyê li ser piştevaniya xwe ya tam ji maf û daxwazên rewa yên karkeran re dikin. Herweha jî em tekez dikin ku divê pêgîriya dirust bi yasaya kar ve were kirin û misogerkirina jîngeheke selamet û dadperwerane hebe ku tê de rûmet û mafê her karkerekî parastî be û piştrast bin ku jiyan û debareke hêjayî wan pêk were.
Em canê karkerên ku di dema kar de jiyana xwe hinda kirine, silav dikin. Divê aliyên têkildar erka xwe ya dirust ya çavdêrî û harîkarîkirina malbat û kesûkarên wan û pêşkêşkirina hemû piştevaniyeke pêwîst ji wan re, pêk bînin.
Hêviya bêhnvedaneke aram û serkeftinê ji hemû karkeran re dixwazim. Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê Gulana 2026an