Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di salvegera bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de

2026-04-24T06:00:00.000000Z
Nûçe

Îro bi rêz û hurmet 52 saliya qurbaniyên bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr tînin. Ew tawanek bû ku di 24ê Nîsana 1974an de ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve hatibû kirin, ku tê de bi dehan xwendekar, mamoste û welatiyên bêtawan şehîd û birîndar bûn.

Armanckirina zanîngehê wek navendeke zanistî û bajarê Qeladizê wek navendeke welatparêziyê, hewldaneke bêencam bû ji aliyê rejîmê ve ji bo têkbirina îradeya gelê Kurdistanê. Lê belê xwîna şehîdan, bû hêzeke bêtir ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û karvanê ber bi azadiyê ve leztir kir.

Di vê bîranînê de, em serê rêz û hurmeta xwe ji bo giyanê pak ê şehîdan ditewînin û silavan ji malbatên wan ên serbilind re dişînin. Em dubare dikin ku Qeladizê û Pişder, ku her dem keleheke zexm a şoreş û cangoriyê bûne, di her warî de hêjayî baştirîn girîngîdan û nirxandineke cidî ne.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Qeladizê û tevahiya şehîdên Kurdistanê, cihê wan her dem bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.04.2026