Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li ser destpêkirina kampanyaya hilbijartinan

2024-09-24T17:05:00.000000Z
Nûçe

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta destpêkirina kampanyaya şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro roja sêşemê 24.09.2024ê, peyameke televizyonî belav kir.

Eva li jêr jî naveroka wê peyamêye:


Kurdistaniyên hêja!

Partiyên siyasî, lîst û berbijêrên rêzdar!

Ev dema we xweş be…

Kampanyaya şeşemîn gera hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê sibe dest pê dike. Ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku hûn li gorî yasa û rêkarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tevbigerin. Kampanyayeke aram û şaristanî bi rê ve bibin û bernameyeke hilbijartinan ku cihê bawerî û hêviyên xelkê Herêma Kurdistanê be, pêşkêş bikin.

Bila kampanyayek be ku aloziyê di navbera aliyan de dernexe û civakê parçe neke. Divê wêneyekî ciwan yê Herêma Kurdistanê nîşan bide û çanda dewlemend a bihevrejiyan, hevpejirandin û cihêrengiya civaka Kurdistanê û pêkhateyên wê nîşan bide.

Armancên xelkê Herêma Kurdistanê mezin in û zemîneke berfireh ji bo hevrikiyeke şaristanî di navbera lîste û berbijêran de heye. Her kes azad e ku propagandaya siyaset û bernameyên xwe bike û rexneyan bike, lê bila tu kes û aliyek rê nede xwe ku kîn û nefretê belav bike.

Li vir, bi taybetî, ez dixwazim balê bikişînim ser pêwîstiya parastina rûmet û statûya jinê. Parastina jinan bi giştî û namzediya wan ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê ji bo Herêma Kurdistanê pîvaneke girîng e.

Aliyên siyasî û berbijêr ne dijminên hev in lê rikberên siyasî ne. Ew hemû di Kurdistanîbûnê de hevpar in û çarenivîsa me hemûyan jî bi hev re ye. Lewra erka me hemûyan e ku em bi hev re hewl bidin pêvajoyeke demokratîk bi awayekî aştiyane bimeşînin.

Piştî hilbijartinan divê alî û kesên serkeftî careke din bi hev re rûnin û hikûmetê pêk bînin û yên ku dibin opozisyon jî divê di warê yasadanîn û çavdêriyê de bi hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê re tevbigerin.

Pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û neteweyan rûyekî geş û bingeheke bihêz ya serkeftina Herêma Kurdistanê ye. Em hemû bi hev re xwediyê hemû destkeft û pêşketinên Kurdistanê ne. Parastina vê pêkvejiyanê erka me hemûyan e.

Ji ber vê yekê jî divê di kampanyaya hilbijartinê de rêz li pîrozî û sembolên Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê were girtin. Em piştgiriya îradeya azad a hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin. Divê dezgehên ewlekariyê bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêkî bangeşeya hilbijartinê bi rê ve bibin.

Kurdistaniyên hêja!

Em li Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo nehiştina nakokiyên li ser hilbijartinan demeke dirêj e digel aliyên siyasî di nava gotûbêjan de bûn. Em tu carî ne bi paşxistina hilbijartinan re bûn, lê ji bo berjewendiyên bilind yên Herêma Kurdistanê û ji bo wê yekê ku hilbijartin bi beşdariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan bêne kirin, me çend caran hilbijartin bipaş xistin.

Ez spasiya Hikûmeta Federal, birêz Serokwezîr Sûdanî û Serokê Desthilata Dadwerî ya Îraqê birêz Fayiq Zêdan dikim ku ji bo ji holê rakirina hemû pirsgirêkên li pêşiya rêkxistin û amadekariyên hilbijartinan, bi tevahî alîkar bûn.

Em spasiya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan, dostên me yên di civaka navdewletî de, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û dilgermiya wan ji bo lidarxistina hilbijartinan dikin.

Welatiyên hêja!

Giranî û xurtbûna statûya Herêma Kurdistanê û nûkirina rewatiya saziyên me girêdayî lidarxistin û serkeftina hilbijartineke paqij û azad e. Lewra çavê hevalên me li her derê li ser vê hilbijartinê ye û erka me hemûyan e ku em ji bo serkeftina wê kar bikin.

Hilbijartina parlamentoyeke bihêz alîkar û derfeteke girîng e ji bo bihêzkirina sîstema demokrasî, sazî û reforman û her wiha ji bo parastina Herêma Kurdistanê û bicihanîna sîstema federalî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Bi hêviya kampanyayeke aram û hilbijartineke serkeftî.

Demeke xweş ji we hemûyan re dixwazim.