Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya bi boneya sala nû ya koçî

2026-06-16T06:24:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Hatina 1ê Muharemê û serê sala nû ya koçî (1448), bi germî li hemû xûşk û birayên misilman ên li Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ji bo her kesî bibe sala bextewerî û serkeftinê.

Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku ev bîranîna pîroz bibe sedema pêkanîna aştî, tebayî, bextewarî û aramiya berdewam ji bo herêma me û tevahiya mirovahiyê, û dawî li hemû nexweşiyan bîne.

Her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.06.2026