Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo koça dawiya Remzî Şe’ban

News
- 4 April 2021

Nûçeya koça dawiya Pêşmerge û têkoşer û siyasetkarê kedkar û Endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê xwedê jêrazî Remzî Şe’ban, em xemgîn û dilteng kirîn. Sersaxiyê li malbata birêz û li cenabê Serok û li xwe û Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetî û hemû kadîr û hevalan û cemawerê Partiya Demokrata Kurdistanê dikim, hevbeşa xema hemuyanim.

Kake Remzî Şe’ban ji wan Pêşmerge û têkoşerên rast û niştimanperweran bû ku bê veqetandin û xebata berdewam, hemû temenê xwe ji bo doza rewaya gelê xwe û armancên xwe terxan kir. Gelek bi emanet û dilsoziyê ve erkên xwe bi cîh digihand û tu demekê kêmasiyê û dudilî û sarbûn lê nehatiye dîtin.

Nifşê wan têkoşerên pêşengên Partî û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû ku li rojên berê û qonaxên dijwarên şoreş û berevaniyê da, bê tirs û wêrekane li ser dijwarî û astengan de diçûn û bi helwest û moraleke bilind û xweragiriyê, rêya xebatê ji bo nifşên paşerojê rewşen kir. Ji destdana wî ziyaneke mezine ji bo Partî û ji bo hemû têkoşeran, ji bo min bi xwe jî ji destçûna birayeke mezin û mamostayeke bi ezmûn bû.

Bîranîn û nav û rol û xebata xwedê jêrazî Remzî Şe’ban herdem bi zîndiyî dimîne. Xwedayê mezin giyan wî şad bike û hedar û aramiyê bi kesukar û malbat û hevalên wî û bi me hemûyan bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04.04.2021