
Li bîranîna pir bi êş û azara karesata kîmyabaran kirina Helebçeyê da, serê rêz û rûmetê ji bo ruh û giyanê zêdetirê pênç hezar şehîdên Helebçeyê diçemînîn û bi rûmetê ve bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê dikîn ku bi navê azadiyê da canên xwe gorî kirin. Silav û rêz ji bo malbat û kesukarên serbilindên şehîdan û birîndaran û qurbaniyan ku heta îro jî û hê jî bi destê berketiyên wan tawanên metirsîdar êş û janê dikêşin.
Kîmyabaran kirina Helebçe tenê tawanek nebû, belkû beşeke xemnak bû ji zincîreyek tawan û jenosaydên ku armanca wan nehiştina gelê Kurdistanê bû. Gelêk ku tenê tawana wî daxwaz kirina mafê xwe yê rewa ya jiyan û azadiyê bû. Helebçe bûye sembol û hêmayeke cîhanî ya gelê me yê sîtemlêkirî û şahideke ji bo dirindeyî ya wan tawanên dijî wê hatine encam dan. Eger dadperweriyeke rasteqîne hebûya, ev karesat bi tenê ji bo pejirandina hemû mafên rewayên gelê Kurdistanê da bes bû.
Li vê bîranînê de, careke din tekez dikîn ku pêwîste qerebûya xelkê Helebçe û hemû qurbaniyên jenosayd û enfalan bê kirin û li hemû waran da baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî wan bê kirin. Erkê Hikûmeta Iraqe berpirsiyariya xwe ya yasayî û exlaqî beranber qurbaniyan û hemû pêdagiriyên di derbarê bi Helebçe û nîştecihên wê bi cîh bike û dadperweriyê ji bo wan pêk bîne. Her wiha hemû rêkarên bi parêzgehbûna Helebçeyê bê temam kirin. Pêwîste civaka navdewletî jî li hewlên xwe yên ji bo piştrastbûna li dûbare nebûna van cûre tawanan li her cîheke cîhanê de berdewam be.
Herêma Kurdistanê îro bi qewareya destûrî û federalî û tevahiya destkeftên xwe ve, berhemê xebat û qurbanîdana şehîdane, erkê me hemûyane bi yekrêzî û tebayî, wan biparêzîn. Wefadarî ji bo qurbaniyên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê, her wiha piştrastbûna li paşerojeke baştir ji bo me hemûyan, bi bihêz kirina pêkveyî û hevtêgihîştin û alîkariya bi navê parastina mafên gelê Kurdistanê da dibe.
Silav û rûmet ji bo giyanê şehîdan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.03.2025