Îro 43 sal di ser tawana jenosîd û enfalkirina heşt hezar zarok, ciwan û nuciwan, zilamên sivîl ên Barzanî re derbas dibe. Di vê bîranîna bi êş de, bi rêz û hurmetê serê xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û bi rûmetê ve bîranîna wan dikin.
Piştî vê tawana hovane, erkekî giran ket ser milê dayik û hevjînên serbilind ên Barzanî. Wan bi xweragirî, bi moralekî bilind û bi xwedîkirina zarokên xwe di nav êş û zehmetiya herî dijwar de, ne tenê nehiştin armanca dijminan a qirkirina vî gelî pêk were, lê belê nifşekî welatparêz ji bo paşeroja Kurdistanê perwerde kirin. Ez destê yek bi yek ji wan dayikên kedkar û canikan maç dikim.
Jenosîdkirina Barzaniyan û hemû qonaxên Enfalê, birînên kûr ên niştiman in, lê belê îradeya gelê Kurdistanê ji bo mayînê û berevaniya ji mafên xwe yên rewa bihêztir kir. Ji vir ve careke din tekezê li ser erka exlaqî û yasayî ya Hikûmeta Iraqê dikin ji bo qerebûkirina malbatên enfalkiriyan û hemû qurbaniyên destê rejîma berê.
Em dubare dikin ku divê tehliya rabûriyê û êşên karesatan, ji bo paşerojê bibin ders û pend û hevêna çespandina çanda hevdû qebûlkirin û pêkvejiyanê, da ku rêzgirtina hev, têgihiştin û aştiyeke berdewam, bibe xala hevgirtina hemû pêkhateyên Iraqê û hemû bi rûmet û serbilindî bi hev re bijîn.
Di vê bîranînê de, silav û rûmeta xwe ya kûr pêşkêşî xelkê dilsoz û wefadar ê Hewlêr û derdora wê û wan hemû camêran dikin ku di wan rojên dijwar de alîkar û penageh bûn ji bo malbatên lêqewimî yên Barzaniyan.
Silav û rûmet ji bo giyanê pak ê enfalkiriyên Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.07.2026