Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li ser pesendkirina bûdçeya Iraqê

2023-06-13T10:07:51.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Em pêşwaziyê li pesendkirina bûdçeya sê salan a Iraqê dikin. Em hêvîdar in ku ji bo geşepêdana aborî, aramiya siyasî û çêkirina jîngeheke baş a veberhênanê, bibe nexşerêyek baş. Em destxweşiyê li wan hemû birêzan dikin ku bi dilsozî ji bo berjewendiyên welatiyan û wekheviya xelkê Iraqê kar kirine.

Mixabin di dema gotûbêjên parlamentoyê da hinek parlamenteran bi awayekî nerast li hember mafên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakokdar reftar kirin. Tişta ku qewimî, ne li gorî prensîbên rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ye û ev rê û rêbaza xebatê, xizmeta proseya siyasî, rewş û paşeroja Iraqê nake.

Pêdiviye yasaya bûdceyê bi awayekî dadperwerane were cîbicîkirin û pêgehê Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî ya destûrî û navçeyên nakokdar li ber çavan bê girtin û maf û berjewendiyên wan bêne parastin. Divê piştrastiyeke temam hebe ku mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyê paşxistin û piştguhxistin.

Tişta ku me di dema gengeşekirina bûdçeyê da dît, cihê dilgiraniyeke kûr bû û careke din wê rastiyê îspat dike ku parçebûna aliyên Kurdistanî dê zirarê bide Herêma Kurdistanê. Lê tevî vê jî, bi îradeya siyasî ya hevbeş û li berçavgirtina berjewendiya giştî, em dikarin vê derfetê ji bo bihêzkirina baweriya hevbeş, baştir rêkxistina karûbarên navxweyî, kêmkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan ji bo bihêztirkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bikar bînin.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13.06.2023