
Bi xemek mezin, min nûçeya koça dawîn a siyasetmedarê navdarê Tirkiyê, Sirri Süreyya Önder, bihîst. Ji dil sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî û DEM PARTÎ re dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şa bike û aramî û rehetiyê bide tevan.
Önder çi wek alîkarê serokê parlamentoya Tirkiyê û çi jî wek endamê şanda Îmraliyê, bi rol û hewl û tekoşîna xwe ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, bi bîr û kiryar û xebata xwe ya dilsozane ya ji bo aştî û biratiyê û bihevrejiyana aştiyane, mînakek bilind a aştixwazî û mirovperweriyê nîşan da ku cihê rêz û pêzanîna herkesî ye. Ji ber vê yekê, bîranîna wî dê hertim di wijdana hemû wan kesan de ên ku baweriya wan bi aştiyê heye, zindî bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/5/3