
Pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriye dikîn, ji bo wê peymana di navbera rêzdaran Serokê Sûriye û Fermandeyê Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) ku nexşerêyeke guncayî ji paşeroj û qonaxeke dirust ya demkî de pêktîne. Pêşwaziya Sûriyan ji vê peymanê, wekî hemû gelên navçeyê, rengvedana daxwaza wan ya ji bo aramî û çareseriya aştiyaneya dûrî li tundiyê ye.
Di demek de pêşwaziyê li vê peymanê dikîn, piştgîriya tevahiya Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Sûriye dûpat dikîn. Her wiha tekez li ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhatên Sûriye û hevbeşên wan yên çalak yên li binyatnana Sûriyeyeke azad û geş da dikîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.03.2025