Pêşwaziya rapora "Komîsyona Yekîtiya Nîştimanî, Biratî û Demokrasiyê" ya li Parlamentoya Tirkiyê dikim. Vê raporê wek gaveke girîng û di riya rast de ji bo aştî û çareseriyê dibînim. Pêşxistina zimanê siyaset û diyalogê û pêgîriya bi çareseriya aştiyane, bingehên sereke ne ji bo avakirina aramiya hertimî ku di berjewendiya tevahiya navçeyê de ye.
Em li Herêma Kurdistanê, wek her car tekeziyê li ser piştgirî û hevkariya xwe ji bo her hewldan û gaveke ku armanca wê çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan be û asoyeke nû ji bo biratî û pêkvejiyanê vebike, dikin. Em hêvîdar in gavên din li parlamentoyê li pey vê raporê werin, daku bawerî zêdetir bibe û aştiya ku her kes li bendê ye, pêk were.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.02.2026