Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2026-04-07T06:13:00.000000Z
Nûçe

Bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku derengên şeva borî bi dronekê li ser mala welatiyekî li gundê Zergezewî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê hat kirin û di encamê de mixabin du hevjîn şehîd bûn.

Sersaxî û hevxemiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên şehîdan dikim, ji dil hev xemê wan im. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide malbat û kesûkarên wan.

Ev êrîş bi ti awayî nayên qebûlkirin û bi temamî redkirî ne. Pêwîst e hikûmeta federalî ya Iraqê erka xwe û berpirsiyariya xwe pêk bîne ji bo rêgirtina li van tawan û êrîşên terorîstî û êdî ev destdirêjî li ser xelkê sîvîl û bêtawan yê Herêma Kurdistanê dubare nebin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07.04.2026