Ji bo koça dawî ya nivîskar, wergêr û çîroknivîsê navdar ê Kurdistanê xwedê jêrazî Mamoste Celîl Kakeweys, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên wan ên birêz û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikim, hevxemê wan im.
Xwedê jêrazî Mamoste Celîl Kakeweys xwediyê pêgeheke diyar û xizmeteke mezin bû di tevgera wêjeyî û çandî ya Kurdistanê de. Bi berhem û wergerên wî yên dewlemend, bi taybetî di warê çîrok û wêjeya hemdem de, xizmeteke gelek mezin pêşkêş kiriye.
Ji Xwedayê mezin dixwazim giyanê wî bi dilovanî û mihrebaniya xwe şad bike û aramî û hedarê pêkêşî malbat û kesûkar û dostên wî bike.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.10.2026