Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Brîtanya dixwaze li gelek waran da hevkariya Herêma Kurdistanê bike

2021-09-18T07:43:38.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Piştî wêstgeha dawî ya serdana xwe ya Londonê û serdakirina Akademiya Şahaneya Serbaziya Sandhursta Brîtanî, êvariya îro în 17.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serok Herêma Kurdistanê, li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da got:

Li çarçêweya serdana me ya Brîtanya de, îro me serdana Akademiya Serbaziya Şahaneya Bîtanya kir. Xweşhalbûyîn ku li çarçêweya wê programa ku wan heye ji Herêma Kurdistanê jî dû kes beşdar bûn, du jin ku bi‌rastî ewê min dîtî cihê şanaziye ji bo wan tiştên ku li vir fêr dibin. Bi hêviya wê yekê li vir fêr dibin ku vegerin, li Kurdistanê jî bikarin wê ezmûna li vê demê de bi dest ve anîne li Wezareta Pêşmerge bi cîh bikin. Bi hêviya eweyîn bikarîn li Wezareta Pêşmerge xelkeke zêdetir ji bo vê akademiyayê bişînin daku fêr bibîn. Eve li çarçêweya wê programê daye ku li gel Iraq û Herêma Kurdistanê tê kirin.

Her wiha wekî hûn bi xwe dizanin çend rojên derbasbûyî bi serdaneke fermî hatîn Londonê û me hevdîtin li gel cenabê Serok Wezîr hebû, li gel Wezîrê Derve û Wezîrê Perwerde ku bi xwe Kurde, her wiha Wezîrê Berevaniyê. Hevdîtin hemû gelek bi başî birêve çûn. Peywendiya Kurd û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya peywendiyeke kevine, Brîtanya her li sala 1991 ve li çarçêweya parastina Herêma Kurdistanê da roleke serekî hebûye li pirsa aramiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê da. Xweşhal bûyîn ku careke din hatîn.

Li van civînan da bi awayeke giştî rewşa Iraq, hilbijartinan û çawayiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê me guftûgo kir, hem li gel Serok Wezîr, hem li gel berpirsên din. Hêvîdarîn bikarîn vê peywendiyê ber bi pêşve bibîn. Babeta Da'îş pirseke serekiyê civînên me bû, ji bilî wê bîrkirina wê yekê ku çawa bikarîn warên aborî û bazirganî jî li gel Brîtanya ber bi pêşve bibîn.

Di derbarê wê yekê ku birêz Serok Wezîrê Brîtanya li civînê da çi helwestek hebû, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Bêguman piştgîriya xwe ji bo aramî û pêşketina Iraqê bi awayeke giştî û Herêma Kurdistanê jî dûpat kir û tekez li ser ewe kir ku berdewam dibin li piştgîrîkirina Herêma Kurdistan û Iraqê”.

Li bersîva pirsiyarek da di derbarê wê yekê ku ji bo çi Brîtanya girîngiyê bi Herêma Kurdistanê dide, rêzdar got: “Wekî min behs kir peywendiyên me kevinin û ji bo Brîtanya aramiya Iraqê bi awayeke giştî û Herêma Kurdistanê jî li çarçêweya Iraqê da pirseke girînge. Li wê baweriyê da me ev serdana me berî li rûdanên Efxanîstanê bernamerêjî ji bo wê hatibû kirin, lê belê bêguman Brîtanya wekî endameke çalak ya Hevpeymaniya Dijî Da'îş û hevkar ji bo Iraqê temaşa Herêma Kurdistanê dike û li wê baweriyêda me Brîtanya dibînê ku Herêma Kurdistanê wekî beşeke serekiye li Iraqê roleke girîng ji bo aramiya siyasî û emnî li navçeyê da heye”.

Di derbarê wê yekê ku Brîtanya li çi warek da dixwaze hevkariya Herêma Kurdistanê bike, birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir “Brîtanya dixwaze li gelek waran da yarmetiya Herêma Kurdistanê bide, ewê min dîtî, dixwaze hevkariya Herêma Kurdistanê bike li pirsa yekgirtina Pêşmerge, dixwaze yarmetiya me bide li warê aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê, dixwaze li warê perwerdeyê da jî yarmetiya Herêma Kurdistanê bide, wate evane ew warin ku ez bawerim Brîtanya dikarê têda hevkar bê û li civînan de jî bi vî awayî me behs kiriye”.