2020-09-16T09:51:50.000000Z
Berî nîvroya îro çarşem 16/09/2020 li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna birêzan Cîgirên Serok û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê li gel Konsol û Nûnerên welatên Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê civiya.
Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê rewşa giştiya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraq li gel welatên cîran, gefên li ber Herêma Kurdistan û Iraqê ya rûbirûbûna pejika virusa Korona û encamên wê, rûbirûbûna metirsiyên Da'îş, derbaskirina rewşa dijwar ya aborî û darayî û proseya çaksaziya li Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.
Rêzdar spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo welatên Yekîtiya Ewrûpa dûpat kir ku li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da bi serkirdayetiya Amerîka piştgîriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirine û dikin. Her wiha yarmetiya mirovî pêşkêşî koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê kirine, ji bo rûbirûbûna pejika virusa Korona jî, hevkariya Herêma Kurdistanê dikin.
Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo welatên Yekîtiya Ewrûpa dûpat kir ku li proseya çaksaziyê da hevkariyê dikin û tekez li ser berdewamiya proseyê kir û hevkarî û yarmetiya welatên Yekîtiya Ewrûpa ya li vî derbarî de bi pêwîst û girîng da zanîn.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina piştgîriya Herêma Kurdistanê li Hikûmeta birêz Serok Wezîr Mistefa Kazimî, tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li ser destûra bingehîna Iraqê kir bi awayek maf û hêjayiyên Herêma Kurdistanê bêne destber kirin û sîstema federalî wekî li destûrê da hatiye bê bi cîhkirin, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hevbeşî û beşdariya pêkhatên Iraqê jî li proseya siyasî û birêvebirina welat da, bi fakterê aramiya welat da zanîn.
Rêzdar tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi faktereke aramiyê li Iraq û navçeyê de dimîne û xwazyarê pêşxistina peywendiyên li gel welatên cîran ya li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiya hevbeşe, her wiha eşkere jî kir ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê û Komara Tirkiyê başin û qebareyeke mezina danustandina bazirganî û çalakiyên aborî li gel wan da heye.
Li beşeke dinê civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser metirsiyên serhildana Da'îşê û tekez li ser pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamiya piştgîriya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê û girîngiya hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî li tixûbê navçeyên maddeya (140) kir.
Biêzan Konsol û Nûnerên welatên Yekîtiya Ewrûpa çendîn pirsyarên di derbarê mijarên civînê, guftûgoya stratejiya Amerîka - Iraq û serdan û hevdîtinên vê dawiyê ya Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexda û Enqere û çend pirseke di derbarê rewşa navçeyê pêşkêşî rêzdar kirin û xweşhaliya xwe bi karkirin û hevbeşiya li gel Herêma Kurdistanê derbirîn. Her wiha dûpat kirin ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên wan yên li gel Herêma Kurdistanê dinêrin.
Li bersîvê da Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser siyaset û nêrîna Herêma Kurdistanê ya li ser bingeha parastina aramî û guftûgo û hevbeşî û pêkve karkirina ji bo derbaskirina qeyranan û yarmetîdana koçber û penaberan û bi bexteweriyê ve vegerandina wan ya cîh û warên wan kir.