2021-04-10T16:21:10.000000Z
Piştî nîvroya îro şemî 10.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Bexda li gel birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqa Federal civiya.
Li civînê de alîkarî û hemahengiya di navbera sazî û damezraweyên Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çarçêweya destûrê da, hengavên rûbirûbûna teror û tawan û alîkariya her du aliyan ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa tendirustî û rêkarên rûbirûbûna Kovid-19 û zêdebûna hejmar û rêjeya pêketiyên pejikê û hewlên ji bo dabînkirina xizmetguzariyên tenduristî û pejikê hatin guftûgo kirin.
Birêz Serok Wezîrê Iraqê pesnê berev pêşveçûna damezrandina mekanîzmên destûriyên navxweyiyan kir û balkişand li ser rêkeftina li ser pirsa dadgeha federalî û derbaskirina yasaya budceyê li Encumena Nûneran û hêvî xwest bi hûrî bê bi cîhkirin û li ser bingeha dadgeriyê li dabeşkirina samanan da, pêgirî pêve bê kirin.
Birêz Kazimî her wiha tekez li ser pêwîstiya bihêzkirina alîkariyên emnî ya di navbera Bexda û Hewlêrê kir bi awayek ku aramiya navxweyî dabîn bike û rê li her valahiyeke emnî bigrê ku teror û tawana rêxistinê bi derfet bibîne.
Her wiha birêz Serok Wezîrê Iraqê dûpat kir ku çendbarebûna serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexda, komek peyamên dirust ji bo tevahiya Iraqiyan dişîne û dibê sedema binyatnana bawerî û nîşandana niyazpakiyê, giyanê alîkarî û hemahengiyê jî li hemû waran da û bi navê berjewendiya welat da han dide, balkişand li ser serdana xwe ya paşerojê ya li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe bi serdana Bexda derbirî û behsa hewlên siyasî û dîplomasî û aboriyên birêz Serok Wezîrê Iraqê kir û dûpat kir ku hewlên dîplomasiyên pêşerojê ya Iraqê û serdan û hevdîtinên birêz Kazimî, pêgeha Iraqê xiste ber bi çav û rola asayî ya welat li navçeyê û li ser asta navdewletî jî cihê xwe dibîne.
Her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî tîşk xiste li ser peyrewkirina daneyên li çareserkirina kêşeyên navxweyî û bilindkirina asta alîkariya emnî û ber bi pêşvebirina wê bi pêwîst da zanîn. Hemû piştgîriyek jî ji bo Hikûmeta Federal û bihêzkirina pêgeha dewletê dûpat kir ku bi awayek bikarê rûbirûyê gefan bibê.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê pesnê derbaskirina yasaya budceyê li Encumena Nûnerên Iraqê kir û tekez li wê yekê kir ku çareserkirina kêşeyên helawestiyên Hewlêr - Bexda rê ji bo aramiya zêdetir û pêşketina Iraqê xweş dike.
Rewşa niha ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Fransa, pêşhatên pejika Kovid - 19 û bandorên wê, proseya derzî lêdanê û rêkar û hengavên rûbirûbûna pejikê, metirsiyên teror û gefên Da'îşê, erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin nirxandin.
Her du alî tekez li ser pêwîstiya hevkarî û pêkve karkirina hemû alî û pêkhatên Iraqiyan ya ji bo derbaskirina kêşe û qeyranan û hengavên ber bi paşerojeke baştir kirin û hêvî xwestin pejirandina yasaya budceya Iraqê destpêkek bê ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda û bê bi cîhkirin. Her du alî hevrê bûn ku mekanîzmeke çalak ji bo hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqiyan û piştgîriya hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna gefên Da'îş pêwîste û divê kar li ser bê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû kêşe û giriftên xwe yên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûr û li çarçêweya sîstema federalî da çareser bike û li gel hemû alî û pêkhatên Iraqê pêkve kar ji bo aramiya li Iraq û navçeyê bike, çaresekirina kêşeyên Herêma Kurdistanê jî li gel Hikûmeta Iraqa Federal bi kilîla aramiya Iraqê da zanîn.