Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Dr. Saîr Abdulehed Ogistîn kir

News
- 3 April 2021

Îro şemî 03.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel malbata xwedê jêrazî Dr. Saîr Abdulehed Ogistîn Endamê Berê yê Parlemen û kesayetiyê diyarê bajaroka Enkawe, pirse û sersaxî û hevxemiya xwe li gel malbata xwedê jêrazî derbirî.

Rêzdar hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedarê bi kesukar û dostên wî bibexşê. Ji aliyê xwe ve malbata xwedê jêrazî spas û pêzanînên xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî.