Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Dayika Şehîdan kir

News
- 27 July 2020

Êvariya îro dûşem 27.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Xurşîd Osman Yûsif, kurê xwedê jêrazî Dayika Ayşe ya Dayika Şehîdan ku îro koça dawî kir, pirse û serxweşiyê li wî bi xwe û malbat û kesukarên birêz kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna hevxemiya xwe ya ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Dayika Şehîdan, sersaxiya Dayika Ayşe bi sersaxiya xwe zanî û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê wê bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi malbat û kesukarê wan bibexşê.

Ji aliyê xwe ve birêz Xurşîd Osman Yûsif spas û pêzanînên xwe û malbata Dayika Şehîdan ji bo hevsozî û hevxemiya wan ya li gel malbata wan bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê re gihand.