Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Seroka Macaristanê kir

2022-12-09T10:50:37.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Îro înê piştî nîvro 09.12.2022ê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya xatûn Katalin Novak Seroka Macaristanê kir. Ji bona haydarbûna li rewşa hêzên welatê xwe yên di çarçoveya hevpeymaniya navdewletiya dijî Daîşê da, wê bi fermî serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye

Piştî serdana hêzên welatê xwe û projeyên mirovî yên ku di bin çavdêriya Bernameya Hevkariya Macaristanê li Iraq û Herêma Kurdistanê de têne cîbicîkirin, biryare îro danê êvarê Serok Nêçîrvan Barzanî, digel Katalin Novak Seroka Macaristanê bicive û têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Macaristanê, hevkariyên hevbeş û rewşa Iraqê û herêmî bi giştî binixînin.