Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Erselan Bayîz kir

News
- 21 November 2020

Îro şemî 21/11/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Erselan Bayîz Endamê Encumena Bilinda Siyasî û Berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Hacî Îbrahîm Bayîzê birayê wî, serxweşiyê li wan û malbata birêz kir û hevxemiya xwe li gel wan derbirî.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedarê bide hemûyan. Ji aliyê xwe ve birêz Erselan Bayîz spasî peywendî û hevxemiya birêz kir.